Kayıtlar

Eylül, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

GUNDO! ....

GUNDO! .... Gundo evîndarê te me Heyran û gorî bo te me  Warê kal û bapîrê min Ji mêj ve ez dûrî te me Li vî gundî hatime din ê Ê landikamin hejandin ê Ax û wax û mala min ê Dûr xistin ferîştê mirin ê Cîh û warê wan bihuşte Stêrka li ezmanan geşte Î roj dest nagihêje wan Dil û ceger bûne bizote Rez û behiv b'xêr û ber e Derudor b'zevî yên dar e  Her gelî kanîyên avsar e J'cobaran tim tê xwar e Bêrîvanê bi renga renge Cîhêmazî bêrî û kerenge Wek keriyê pez kovîyan Niha tev mane bê denge Sebramin bê te qet naye Herdem di bîra min deye Bawerim dê dem ê were Ez ê herim gundê xweye Zemîn reş e û lata sor e Yeke gewr û yeke mor e Min bîn kirî dor bi dor e Têr nedi bûm heta gor e Gundê min bi taht û lato Ew bayê xweş tim dihato Ji bir nakim welatê xwe  Dar devîyê mazî û kelato S Mêrdînî 01.12.2019

LI DINYA YÊ TU MÊVAN Î

LI DINYA YÊ              TU MÊVAN Î Ger ti kalbî yan ciwan bî Mîr û beg bî, yan axa bî Yan feqîr bî yan siltan bî Li dinya yê tu mêvan î Mirin tê qet nîne çar e Emel kar û çûye êvar e Du parçe bihuşt û ar e Li dinya yê tu mêvan î Nizanin pir xizanin em Dibînin mirinê her dem Guneha dikine bê xem Li dinya yê tu mêvan î Kesên zana li vir kar kir Ne dinyê ji xwer war kir Bi serbilindî ji vir bar kir Li dinya yê tu mêvan î Dinya zalim û xedar e Ne wî şerm û eybdar e Ji pir kesan re bû yar e Li dinya yê tu mêvan î Gelek kesanre da soz e Belê soza xwe kir toz e Kesî qet pê nekir hoz e Li dinya yê tu mêvanî Dinya wek vê sîya dar e L' vir carî l'wir herikbar e Qe rast nabe timî xwar e Li dinyanyê tu mêvan î Dinya pir kes kirye rûreş Wan kir bê eql û serxweş Ji wan birye fehm û heş Li dinya yê tu mêvan î Heta çûn gora darî û kûr Kirin hewar û qêrîn û zûr Êrîş wan kirye mar û mûr Li dinya yê tu mêvan î Seyda Mêrdînî            14/04/2020

DÎLBER ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE.

DÎLBER ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE Li deşt û zozanên te Li mêrg û çîmenên te Diçêrim wek berxên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li nav werz û baxên te Bo şitl û lem û katên te Sincim li dor baxçên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li çîya û daristanên te Li lat, taht û zinarên te Dilîzîm wek xezalên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li rex çem û roberên te Li ser birk û kanîyên te Cihokim ji dar berên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li ser birc û kelhayên te Di kozik û mewzîyên te Ez nîgehdar im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te. Li mal, koşk û xanên te Li şaneşîn û eywanên te Ez kahweger im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te.  Li dor gund û gomên te Li bajar û şaristanên te Ez can gorî yê li rêya te Dîlber çi şêrîne navê te. Ez digerim li çiyayên te Li xayîn û dijmin ên te Ez nêçîr dik im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te. Seyda Mêrdînî                 11/06/2020

KEÇIKA KURDÎYE

KEÇIKA KURDÎYE Tu dîlberek herî bihaye Şêrîn, qeşeng û hêjaye Keskesora li ser çiyaye Rohniya her du çavaye Dilê mi ji xwe re hildaye Pirsîm jê bersiv nedaye Awirek bi gul min daye  Xwestim jê, nav nedaye Pirsyar ew keça kurdiye Pir bedew  û  lewendîye Bê sewda û bê xwedîye Kolanê kavil mi ew dîye Dema ku min ew ditî ye Dilê min bi wê şewitî ye Dil û hinavê min peritîye Ez pir pê bûme bendîye Nazdar û şêrîn, bedewe Dike qebqeba mê kewe Li min herimandî xewe Birînê dilê mi dike kewe Eşq û evîndara dîlber e  Ar û pêt da  bin ceger e Dil hişk kê bê mehder e Hişê min her tim li sere Hiş ma  li ser nazenînê Ger nedemi carek tenê Maçek ji bin lêv û çenê Jîyan  vala ye, li vê dinê S mêrdînî 27,02,21

EVÎNA MİN KEÇA KURDAYE

EVÎNA MIN KEÇA KURDAYE. Dîlbera min dildarek biha Çem û kanî li min kir ziwa Ez maç kirim bi lêvê ziwa Evîna min keça kurda ye. Dîlber rind bû mîna perya Lê nêrî bûm wek serserya Bi çola ketim mam ber devya Evîna min keça kurda ye. Min dil daye dîlberek hêja Bên ji sîngê tê wek pelê gûza Hişê min çû bûm wekî gêja Evîna min keça kurda ye. Dîlber hêjaye bi dil û qîmet Ger ew hebî dil dibe heybet Min dil jê re vekir bi minet Evîna min keça kurda ye. Dîlber şêrîn, hingiv û şekir Dil ji min bir rûyê min gez kir Rûyê min êşand ji min hezkir Evîna min keça kurda ye. Dîlber dil û cergê'm pijand Xencer û kêrkir xwîn jê rijand Li dor min û xwe erd hejand Evîna min keça kurda ye. Seyda Mêrdînî 12/09/2022

KURD lM ....

KURD IM .... Kurd im Kurdistanî me Ji her kesî re bi alî me Wek hevî tiştekî xweşe Hin kesanre ez malî me Kurdekî dil bi pet û ar im Ji stembara dost û yar im Li hemberî zordara me Ji wanre wek gurê har im Kurdekî pir şareza me Wek bilbilê nav reza me Ser bilindim li gerdûnê  Zarê bi heft zarava me Kurdekî dil pirr bi êşim Wekî çeqçeqa ber aşim Alî karê miroxên başim  J'kurmê darêre nebaşim Kurdekî gel feqîra me Alî karê derd û kula me  Maf li ku be ez li wê me Xema welat bo min xeme Kurdekî bîr û bawer im Bi kovan û bi keser im Bê dad û zûlum netêda Boxwe nasan liser kar im Ez bendeyê rebbê xwe me Mifta mal û milka li ceme Bibin yek em dest bidin hev Hewcedarê lavayê we me S Mêrdînî 29/06/2020

BI DEV KURDÎ

B'DEV KURDÎ! Geh bi xaçî geh bi şaşî Bi dev kurdî di dil cehşî. Di dest neyar tu bûye maşî Te welat firotî erzan û belaşî. Te welat birkir tu bûye heres Te yeka yek da ma hê nebes. Xort û xama tev kirin xes Cîhan li me kirîye qefes. Li me çikand bêhn û nefes Dayik û bav ber bi fetes. Ji vî janî ma nabin xelas Sedî sed im hemî ewqes. Dizin li dest çare heman Li bin diçin wekî rewan. Xapînok kin wekî kewan Li gelê xwe bûne ‘ewan Li hemberî netewa xwe Têk dibin ew pir,bendê xwe. Ala rengîn nadin hildan Çav ji bona zalim kildan. Xwe firoş ê ew demoqrat Kurd nehiştin wan li #welat. #S_Mêrdînî 11/01/2017.

ALÎKÎ MIN ....

ALÎKÎ MIN .... Alîkî min dijmin û neyar e Alîkî min bizot pêtên ar e Alîkî min warê xem bar e Pişt kule ber kurmê dar e. Alîkî min pêlê derya ye  Alîkî min xem xwîya ye Alîkî min bê dewletî ye Korbûm ber kurmê dar e. Alîkî min êtun û volqan e   Alîkî min mişext û talan e  Alîkî min keser û kovan e Lalbûm ber kurmê dar e. Alîkî min tov û ax û war e Alîkî min taht, lat û zinar e  Alêkî min qedexe ye zar e. Şêtbûm ber kurmê dar e. Alîkî min ava dîjlê û firat e Alîkî min şehîdên welat e Alîkî min çav li rê bo felat e Astengî kirye kurmê dar e. Alîkî min ava şîn û mûrat e Alîkî min serhed û ararat e Alîkî min sîpan û xelat e Azad nebûn ber kurmê dar e. Alîkî min darê hinar û zeytûn e Alîkî min çiyayê mazî û lêlûn e Alîkî min dayikên dil bi êtûn e Rizgar nebûn ber kurmê dar e. Alîkî min Cudî û sûbhan e Alîkî min pêlên gola wan e  Alîkî min Efrîn û Koban e Talan bûn ber kurmê dar e. Seyda Mêrdînî ....            31/07/2022 ....

NİŞTÎMAN ....

NlŞTîMAN .... Dil û hinav ji derd û kulan Ser sîngê bû mij û dûman Dewran bo me bê xwedan Li dû dinê em man û man Ezê hal ji kêra bikim nîşan Roj bi roj dimirim yek carî Niştîman kirin parî bi parî Xem û kovan li kurda barî Xwîya nebûye qe careserî Ezê hal ji kêra bikim nîsan Kurdistan îro kirin dergoş Lerizîn em tev hatin firoş Dilê dayikan qet nebû xoş Em dijî hevin wekî serxoş Ezê hal ji kêra bikim nîsan. S Mêrdînî 19.08.2022

BÊ KES ....

BÊ KES .... Li mal mame bê sebir Kesekî bi ya min nekir Hemîyan bi ya xwe kir Seyda bê hogir û hevale. Mame bê heval û kese Dil d'xewda xwe nahese Dilo rabe ev xew bese Seyda nexweşe bê hale. Ez bê hal û nexweş im Nikar im qet bimeş im  Wekî gula bê geş im Seyda xizan û bê male. Ez hejarim û feqîrim  Li bin destan hêsîrim Bi tîr û pirsan birînim Seyda bi dil bû kale. Ez kalim û ciwanim Wekî teyrê ser banim  Di nav derd kulanim Seyda di dest gopale. Ez xistim ser gopalan Wek hevraz û li palan Xwezî bi halê evdalan Seyda bê ziman lale. Ez lal mame bê ziman Qet tune wext û zeman Şev û rojan nav zulman Seyda ji bê warî dinale. Seyda Mêrdînî             02/02/2024

ŞEV Û ROYAN ....

ŞEV Û ROJAN .... Gulê diçe ser birkê Ji bo benik û tûzikê Kiras dirêj li kabokê Çav reşê çav belekê. Gulê wek karxezale Nêrgiz, sorgul û lale Zirav bilind spîndare Fîstan li bejin û bale. Gulê pir te hezdikim Bi bina te hêz dibim Şev û roja bîr nakim Ji bîna te têr nabim. Gulê tim bi bîr tînim Di xewna de dibînim Çi bikim te bîr nakim Gelekî ji te hezdikim. Pirê şeva xew nakim Ger bikim şîyar dibim Ji rebê xwe dia dikim Gula xwe ji bîr nakim Seyda Mêrdînî           21/06/2020

ZÎNDEWARÎ

ZÎNDEWARΠ Ecel nade zîndewarî, ji ber ku her roj an Dibînî mirin a amir, şah û beg û axleran. Wisa gelek niştecîh, gom û gund bajaran Bi bejin û bala xwe, nexap xerîbî ti bêwarî. Gava melekê mirinê, ji nişkav li ser te bî Ji canê xweyî şêrîn, ji dest û lingan dibî. Li kuderê ne şedad, ad û hezkir yên wan Tev nemrûd û fîrewn pêgirt û gel wezîran. Xwedê yo wê roja ha, bi hêz û kerema xwe Binêre li me hejaran, bo xatirê Resûlê xwe. Mirin bo me hemîyan, qenc û xirab hemî çûn Weke şivan û gavan, feqîr û bê kesan çûn. Seyda Mêrdînî           10/08/2024

ROJÊN BERÊ ....

ROJÊN BERÊ .... Xwezî bi wan rojên berê Siwar bûna hesp û kerê Pale û şixre li bênderê Nayê bîr kirin rojên berê. Şev buhêrkên nava mala Kef û şahî ya tev hevala Çîrok û pendên pîr û kala Nayê bîr kirin rojên berê. Zarok dilîstin bi hevtoka Keç û xorta didan lotika Dayik b'kitan, bûk b'çîtika Nayê bîr kirin rojên berê Bihar tev di çûn bêriyê Bi hev diketin ser şiveriyê Pez hat mexel bo dotiyê Nayê bîr kirin rojên berê. Havîn li sîberê ber pûşa Dapîrê me li ber dergûşa Ciwan genim dibirin aşa Nayê bîr kirin, rojên berê. Palê berbere bi tar û dasê Stran û kilam qal û behsê Pir xweş dihat li her kesê Nayê bîr kirin, rojên berê. Payîz dihat ser mehseran Mêravê qurban dikir beran Kêf û seyrana li nav daran Nayê bîr kirin, rojên berê. Seyda Mêrdînî              27/07/2024

LI VÊ JÎNÊ

LI VÊ JÎN Ê. Wekî #Memê,      evîn-dar im Wekî #Zînê,      birîn-dar im  Li çol û çiya,      fermandar im Li dinya yê,      deng-dar im Ez bîr bir ê,      hêz-dar im  Li warê dilan,      ez bê zar im Li vê jîn ê,      ez bê par im Serxoşim ez,       pir sekan im Mîr ê #Botan,      Bedir-Xan im Li şane-şîn ê,      Berxwedar im   Li birca belek,      di senger im Benda neyar,      li dûr dinêr im   Di şeran de,      wekî şêr im Li hemberî,      sed mêr im Nîgehdar ê,      Kurdistan im Ez Dîlber a,      bi xemgîn im Cîger-xwîn ê,      dil bi kul im Ebrû qeytan,      çav bi kil im Bi pênûs ê,      ez bi hêz im Kul û kesera,      dûr davêj im Nayifê heso,      Seyda tîrêj im Pênûsê wek,      şûr davêj im  Bav ê felek,      Şêxo me ez Li baxê gulan,      bilbil im ez Şevgerê mest,      û gêjim ez Şev û rojan,      dibêj im ez Min gel rakir,      li ser piyan Rext girêdan,      ketin çîyan Leheng û şêr,      li şerger im Li azadî ya,      xwe diger im Wek teyrê baz,      ez dibirs im Ji dijmi

WERE XWEŞIKÊ

WERE XWEŞIKÊ Were xweşikê Tu alî min bikê Firîşte hatî ye L' min zor dikê. Ser sînga min Li gav û kêlîkê De were ba min Tu bi Xwedê kê. Ji mir avê bîne Li ser bixwîne Firîşte dûr bike Ew mi ditirsîne. Mi ne desmêje Mi nekir nimêje Ji minre lava ke  Sekera mi dirêje. Hevalno rûn in Ma hûn nabîn in Firîşteyê mirinê Rûhê mi dikşîne. Firîşte ligel min Li ser serê min Xûr xûr xistî ye Laşû gewdê min. Nayê bêhna min Rohnîya çavê min Lale bûye ziman Firîya ji destê min. Milk û malên min Tu fêde neda min Ne dost û ne yar Û ne jî zarên min. Seyda yê Mêrdîn Tu bes bike qêrîn Dilê min bû birîn Felek li me xayîn. Xwedê #mezin e Tu xwe netirsîn e Gune me te nîn e Em ji mêj mirîn e. #Seyda_Mêrdînî.

MÊRDÎNA DÎROK ....

MÊRDÎNA DÎROK ...! Mêrdîn şarek dîrokî ye Cîh bilind darê mazî ye Muferih û ber vekirî ye Li dinê bi nav û dengî ye. Mêrdîn bi çem û kanî ye Mixabin îro bê xwedî ye Pir zar tê de jîyan kirî ye Belê xelkê ji me kotî ye. Rewşa me tev hesûdî ye Başî, rindî nîne fesadî ye Jîyana me tev rezîl tî ye Xweserî nîne talan tî ye. Ya xwîn mija fîrewnî ye Belê cuda bûna me çî ye Bes bimînin nezan û ker Da hûn nemînin derbî ye. Dinya dinyake bi dawî ye Tehma wê me rê birî ye Me ji biratî yê dûr kirî ye Ji wê dijmin li me hovî ye. Seyda Mêrdînî              12/02/2022

KETIM DEWRA CENG Û VEFA

KETIM DEWRA              CENG Û CEFA Ne şêxim û ne mela me Ez xizanekî xwenasî me Girêdayî netewa xwe me Ketim dewra ceng û cefa. Ez ê tim bidim pesnê resûl Ya Reb tika min bike qebûl Tu Dîlbera min mekî melûl Ketim dewra ceng û cefa. Melûl nebin li qîyametê Em jî ber bendê ûmmetê Bi hêvî em herin cennetê Ketim dewra ceng û cefa. Kurd ketine rojek tenge Erd û ezman kire denge Li dijminan nema renge Ketim dewra ceng û cefa. Ezim aşiq tu yî maşûq Ber evîna te bûme farûq Tu yî dermanê birîna noq Ketim dewra ceng û cefa. Vê penda ha li xwe bike Xwe ji Dîlber bêpar neke Enfal û dersim ji bîr neke  Ketim dewra ceng û cefa. Ez tim dikim hewar û zar Li wan roj û şevên dijwar Gurme gurma hov û neyar Ketim dewra ceng û cefa. Bila yekîtîya kurdan çêbe Bila gerdûn tijî pêt û ar be Bila li seyda timî hewar be Ketim dewra ceng û cefa. Hewar ji dest kurmê darê Ew bi saxî me dixin qebrê Rûreş, rûswa herin heşrê Ketim dewra ceng û cefa. Terka zulma xwe zû bikin Mûnkîr û nekîr pirsê dikin Kesek nika

BI KURDÎ LÊ KIN ....

BI KURDÎ LÊ KIN .... Bi kurdî lê kin  Bişavtin ne kin           Te pir rind gotî            Dil û ceger sotî Bi kurdî lê kin Jê fedî ne kin           Rastî her eve           Gel dadî teve Zimanê bimire Kurdî jî dimire           Yên nehebîne           Ew ne kurdîne Çavê xwe veke Li dinê mêzeke           Hez bike ziman           Bi pê heye îman Ger tu şerm bikî  Ji dê û bav dikî            Wek roj û şeve           Li gel min teve Bi çûçik nebîne  Wî mezin bibîne           Bi wî bixwînin           Xewna bibînin Bi pênûs lê bikin Neqişan çê bikin           Ziman bû wenda           Hew nabe peyda Ji dê û bav fêr im Bi zeber û zêr im           Ser soza xwe me           Dû doza xwe me Pê ser bilind im Seydayê kurd im           #Seyda_Mêrdînî           18//08//2024

XWEZÎKA

XWEZÎKA .... Xwezîka kêzxatûnek bûma Li gundê xwe daketi bama Li gel cîran û xwişk û biran Ber derê hewşa xwe bama Nema nema dayê nemaye Kes li gundê me nemaye Destê me ji hev qetandin Binêr li ku me tu li ku maye Em rûniştina li hevşikêye Li bin siberka darekê ye Ka dewr û dewrana berê Nizanim gund bike maye Nema nema dayê nemaye Kes li gundê me nemaye Destê me ji hev qetandin Binêr li ku me tu li ku maye Seyda Mêrdïnî 18,08,2022

ZIMAN ...

ZIMAN ...! Biyanî we kirye şekir Dil û cerg we jêr vekir Bişavtin herdem eve Pênûs jêre peywir kir Ger ziman biyanî be Suxre ne bo kurdane  Ji ber suxre û hebûn Tev bi çand û zimane. Zimanê xwe nas bike Ji dê û bav sipas bike Xwe ji kurdî dûr neke Erk û suxra welat bike. #Seyda_Mêrdînî

EVÎNDARÊ GUNDÊ XWE ME

EVÎNDARÊ                  GUNDÊ XWE ME Evîndarê gundê xwe me Cîh û warê bav û kale Lê zehf qêrîn û heware Jê dûr ketim çend sale Ez li wir hatim e dinê Ê landika min hejandin Ax û wax û mala minê Ruhistîn wan revandin Wargeha wana bihuște Ew stêrekên li ezmanin Mixabin dest na gihîşte Xem û keser ji dil hate Bax û bîstan bê ji marin Derudor tev devî û darin Li her deverê avên sarin Tên der ji sarinc û bîrin Dilê min nebû jê têre Ax ew avsîrka bi xêre Gelo ew roj dîsa were  Dibînim ew xêr û bere Bila carek din jî seyda Serê Kûra jorî bi dît ta Bila ruhistîn canê min Hingî ji xwe ra bilîsta Erdek reşe û latek sor e Yeke gewre yeke mor e Mi bîn kirba dor bidor e Têr nedibûm heta gor e Felekê ferman bi kira Bi bama teyrekî bazî Li wan cîh û devera B'geryama bi perwazî Seyda Mêrdînî               23/09/2020

BAR GIRANIM ....

BAR GIRANIM .... Ez netewek bar giranim Li hemberî sed mêranim Kilam û çîrok û stranim Didim çandê rih û canim. Ez netewek evîn darim Dixwazim her û werim Yekîtî jibo me pêwîste Şev û roj li wê digerim. Ez netewek nav û dengim Ji neyar re ez bîn tengim Ticar zulmê qebûl nakim Xwenasan re heft rengim.  Ez netewek hember hova Perda reş hatî ser çava  Rêya mafan hinda kirye Ew ketine pê kursî nava. Ez netewek xas li vî erdî Hûn ketin nav bûne derdî Hebûna me Ayeta Xweda Bicehem dev ji me berdî. Ez netewek dilê min penge Dinav mede şer û cenge Ji min tê ku ez hewarkim Kurma erd li me kir tenge.  Ez netewek nalîna mi tê te  Jiyan derbas nabe bey te Bejin û bala te pir şêrîne Silav û rêz ji boy navê te. Seyda Mêrdînî                 08/08/2024

KANÎ EM BIRAYÊ HEVBÛN

KANÎ EM BIRAYÊ HEVBÛN Zulm û zorê li me dikin Me tune w parçe dikin Bi darê zorê talan dikin Me ji gund û wara dikin Kanî em birayê hevbûn Me bin çav û lêdan dikin Heçê zîrek zîndan dikin Kuştina me ew şa dibin B'derûnasî me tunê dikin Kanî em birayê hevbûn B'kêf nebûn em tucaran Ji dest dijmin û neyaran Ne azad bûn li ser karan Li dij hov li dijî gemaran Kanî em birayê hevbûn. S Mêrdînî 15.08.2021

GUNDÊ MIN ....

GUNDÊ MIN .... Gundê me bi colê pezin Bi dehl û bîstan û werzin  Bi baxçe û baxên rezin Çi qas xweşe gûndê min. Diçêrin sewalê mî û bizin Bi elok û werdek û qazin Bi şalûl û bilbil û bazin Çi qas xweşe gundê min. Zevî yê gund tev de avîne Darên zerdelî, sêv û tirîne Zerî selik bi selik dikşîne Çi qas xweşe gundê min. Dora gund mazî û devîne L'sîya wan ciwan rûniştîne Ew kul û keseran direvîne Çi qas xweşe gundê min. Dora gund sontaj û kanîne Xem û keseran di revîne Evîn û vîna mi kûra jorîne Çi qas xweşe gundê min. Gundê min îro ji min dûre Birîna dilê min gelekî kûre Rê li min girtî tune destûre Çi qas xweşe gundê min. #Seyda_Mêrdînî               06/08/2024

XEBATÊKE SEYDA

XEBATÊKE SEYDA Bizane qedr û qîmetê xwe seyda Li dinê nebe yê liber sîyê seyda. Ji bo maf xebatêke wekî şêranî Tu nezanî peydake pirtûkê xanî. Şev û rojan meh û salan bixune Di nîvê rêda di xewê da nemîne. Xebatêke wisa seyda tu hîn saxî Biçêre rind li wî erd û werz û baxî. Li çiyayê mazî zozanê wê ser axî Tu çi sekinî li xerîbîyê bêje wî çaxî. Te borandî temenê hêja bi tewşî Derbas meke ku tu hê saxî û keysî. Jîyana vê dinê jar û jan û zeqûme Ger dinê da nekî danezanê bome. Seyda Mêrdînî 12/09/2018

DEMA KU EZ JI TE HEZ DIKIM

DEMA KU        EZ JI TE                HEZ DIKIM  Dema ku ez ji te hez dikim, awirên te liser her du rûkan sor dibin, ez nizanim çima? Hinek peyv û hevok bi ken, piçekî diricifin, dilerizin û şil dibin .... Dema ku ez ji te hez dikim, ma tu nizanî çi dibe? peyv û hevok stûxwar, an jî li hev siwar dikin û lal dibin .... Dema ku ez ji te hez dikim, ev bajarê bi heybet, stenbola mezin, di navbera tiliyên min de diqelişe û dibe Stranek û helbesteke biçûk a evînî .... Dema ku ez ji te hez dikim, pênûs radibe ser xwe û ew bişkokên xwe yên mîhengê diqulipîne û dest pê dike neken .... Dema ku ez ji te hez dikim, tiştên pir ecêb û girîng diqewimin, hezkirina te dibe wek pirsgirekeke neteweyî .... Dema ku ez ji te hez dikim, netewek ji xewê şiyar dibe, şoreşên ku herî zêde zarokan dikenin .... Dema ku ez ji te hez dikim, di hundurê min de welatek rizgar dibe, çar parçe dibe welatekî serbixwe .... Seyda Mêrdînî                 26/02/2024 Stenbol/Esenyûrt

EZ DI CENGÊ DA MÊRIM

EZ DI CENGÊ DA MÊRIM Ez di cengê da mêrim Plangerî de bê kêrim Te ez kirim qehreman Ji mêj ve ez bin destim  Xebata te tim qêrîn e Haya tu kesî ji te nîn e Binêr li rewşa #Efrîn ê Ê dî ne bêje ez mêrim Zend bazin nig xirxal e Mixabin îro ew dinal e Ji dest segên kemal e Ne bêje ez egît û şêrim Bi bira yê xwe dikî şer  Rex dijminan dikî ger Zirt û fort dikî li herder Ê dî ne bêje gernasim #Seyda_Mêrdînî

ŞIYAR BIN ....

ŞIYAR BIN .... Kurdistana qam dirêj Rabe ser xwe û bibêj Bake kurdê kerr û gêj Şiyar bin ji xewa qirêj Şiyarbe zû bike xebat Şerm bik ji halê welat Qîreqîra pir l'wir dihat Ji êvar de heta nimêj Kurdistana qam kinik Xwedî ye xirxala li nik Gazî wan Kurdê sivik Ji birîna pir xwîn dirêj Xwîn di canê me nema Zer bûme wekî şima Sewt û dengê me nema Dijmin kuştim bi tîrêj Kurdistan maye bi nêvî Keç û xort were bi hêvî Wek neçîrvana bi kovî Xwîna dijmin jî tu birêj  Kurdno hişê xwe navêj Ji xam û ciwana bibêj Herin gel Seyda bi rêj Doz li me ma ye dirêj Seyda Mêrdînî             12/09/2016

JI MÊJ VE ....

Jİ MÊJ VE .... Biratî ya kurd û tirkan Wekî ya gur û berxan Gur diranda ber çerxê Kurd dixin kort û erxê Rovî û mirîşk bûn heval Li mirîşkê wêranbû mal Rovî xwarin pehtî û kal Mirîşk nizane ev hewal Ê gur û berxan jî wiha Gur rojane dixwe deha Ji mêj ve heta niha Li ser berxa bû biha Wekî biratî ya gelan Mal û milk kirin talan Bişavtin xist nav malan Ser kurda fort û halan Zar û çand ji me pekî Lê kir kurtan û kurkî Qûş û paldim hindikî Rewan diçin boy zikî #Seyda_Mêrdînî                20/05/2020

MELA ....

MELA .... Mela bi kum û şaşikê Tu kes naçe bihuştê Rast û baş û pak nebî  Xwedê nake rehmetê Xizan û hejar birçîne  Zordar serdestî dikin Feqîr û jara dixapîne  Ji ola wan dûr dikin Ji bo wan ew dibêjin  Feqîr hûn şikir bikin Hûn zû diçin bihuştê  Boy wê pir zikir bikin Piyalik av û nanê hişk  Xwedê çida wê bixun Xas û şerbet û mehîr Goşt û savarê nexun Melayê şaş û xapînok Xwedê nayê xapandin Goşt û savar hûn dixun Ê hestî xwar rebenokin S Mêrdînî 02/09/2024

Ez Kurdim

Ez Kurdim Ez kevnarim Ez serbilindim Tov û bizirim Tah û lat zinarim Ê nav ax û xakê Eslê min Kurdî ye Feslê min Kurdî ye Zimanê min Kurdî ye Hebûna min Kurdî ye  Ji nav êş û jan ê Ji bin kotek û zor ê Ji êpopên mêrxasiyê Ji nav lapûşkên mirin ê Ji nav sê darên hovan e Ji nav derdê kovan e Ji nav komên kujer ê Ji nav jûreyên zîndan ê Ji pişt derîyên zingar kirî Aferîn û agirpijim Bi hêz û zexm dibim Zîldidim û zindî dibim Pel didim şîn dibim Li Mahabadê Li qada çarçira Li Amedêi Li qada derîyê çîyê Li Xarpêtê Li qada gemîn Li Araratê/Agirî Li gelîyê zîlan Li Gumgumê/Meraşê Li Sêwasê Li Koçgirî yê Li Mêrdînê Li Nisêbînê Li Sêrtê Li Newala qesaba Li Dêrsimê Li Munzurê Li Helepçe Li Berzan Li Zaxoka Rengîn Li Şingalê Li Efrînê Li Kobanê Li Serê kaniyê Li Cindirêsê Li Dêrika Hemko Li Qamişlokê Li Qere baxê Li kaniya lehengan Li şevên reş û tarî Li nav çar dîwarên reş Ronî û şewq didim Lewend û geş dibim Wek berq û birûskan Jîn û bi hêz dibim Xwe dibinim Wek yeyrekî baz Serbixwe û azad B

ŞÊX Û MELLÊ ....

ŞÊX Û MELLÊ ...! Şêx û Mellê vî zemanî Xwedina wan bi stranî Guh nedane heqîqetê Malik li wan çû wêranî Gelek qelsin ji îmanê  Hinek hene ne melane Ew bi navê xwe belane  Emelê wan wekî wane Wan ne xem û aşvane Dînê henîf dabin nigane Ola gelkî xweş û şêrîne Mixabin pirr pê lîstine Olek kêmasî têda nîne Hewcê zalim jêre nîne Cudayî qet tê da tineye Dînê henîf îro bi birîne #Seyda_Mêrdînî                 01/09/2024

NEYAR XWESTIN

NEYAR XWESTIN ...! Neyar xwestin wê wenda bikin Rengê keskesor û zer reş bikin Wê bi xweşî bin ax û gor bikin Xwestin bi keçê xwe bi nav bikin Bo gelê Kurdistan wê ji bîr bikin Keça kurd şiyar, xwe winda nekir Bi neyar û hovan bawer ne kir Kirasê bê rûmetî yê li xwe nekir Mezinê kurda deng kir wê guhdar kir Bi çand û hunerê wê xwe bi hêz kir Berê xwe da nîştiman wê bang kir Wê di heps û zindana de raperîn kir Rext û tifinga îngilîzî j'xwe re rakir Berê xwe da qada cengê wê şer kir Wê ala rengîn hilda û hilda bilind kir Wê çi kir û çi nekir bi neyar re şer kir Tirs ji dilê me derxist kar û xebat kir Di dilê dijmin de tirs û xof bicîh kir Çep û rastiya neyar tevlî hev kir Kêşanên dijmina pûç, kerr û lal kir Hemû dewletên dinyayê hişyar kir Tiştê nû anî û tiştê kevnar ji holê rakir Me keça kurd Arîn mîrkan bi nav kir. #Seyda_Mêrdînî                  06/06/2016

WAWÎK Û ROVÎ

WAWÎK Û ROVÎ Şahî ya dilan Li baxê gulan Keskesor û zer Fîxana bilbilan Gazî û hewar e Çi giran bar e Deng diçe banî Bi qêrîn û zar e Wawîk û rovî Biyanîyên kovî Kedî yara min Xwarin bi hovî Axîna min ji dil Xemgîne bo gul Gewher zêrîn e Nediyare dil kul Pirsî reng çî ye Gulek rengî ye L'cîhan navdare Bi xwîn şîn bûye Bê wê tûj tehl e Digerim ne male Min dil bê hal e Bo wê bûm kal e Wa nayê gotin Bi zêr naê firotin Ew sebra dilaye Hinav têne sotin Ew bejin zirav e Kemer li nav e Dinya reş û tarî Wek roj û tav e Ji dil dernakeve Dev diran hev e Wekî Mem û Zîn Li gel dad tev e Seyda Mêrdînî   30/08/2024

EW DERMAN Ê

EW DERMAN Ê.... Mirovên qenc û bedew Jê çênabin vir û derew Ew timî paqij û bi jînin Hîşyarin ew ne di xew. Başiya wan ber dewam Bi kêyf û xweşiya tam Li her dîwanê ew zilam Bi hurmet û rêz û selam. Li her derê ew nav dare Him zanyar û aqil dare Li nav gelda ew ser dare Xwedan îman û oldare. Ew derman ê birîndara Xêr û xêratin bi hezara Li nav gund û nav şara Rehm dibar li wî bibara. Seyda Mêrdînî             29/08/2024.

EZ MIŞEXT IM

EZ MIŞEXT IM.  Ez bi kerb im Ez bi keder im Ez bi keser im Ez bi xem im Ez penaber im Ez koçber im Ez mişext im Ez tim l'der im Peşk dilop im  Çav rondik im Di kela girî da Di qûrt tik im Hêsir dibarim Qîr û hewarim Jibo kurdistan Ez tim li karim B'derd û kulim Bar liser milim Timî diwestim Mixabin dîl im Ez b hestyarim Ez bê cî warim Bê kar û barim Tim zare zarim Ez jan dikêşim Ez can di êşim Ji bona welat  Ez pir bi êş im Kovan û jar im Hinav bi ar im Jibo şengal im Rondik bar im Silavan l efrînê Digel l kobanê Sed sed caran Ez bi heyranê  Girgir li zorava Tê dengê tava  Ji keskesoran Li ser rojava #Seyda_Mêrdînî ....     07/02/2020 ....

EZ KETIM

 EZ KETIM .... Ez ketim nav kul û derda Bi kevnetoran dikim seda Tîrek avêt nava dilê mida  Temen bo wê mi kir feda Bê dewletî ez birîn kirim Rû û rûçik tev xwîn kirim Hewcedarî bijîşka kirim Ji kesera wê ez dimirim Birîna min gelek dijware Tîr li min da wek tîrmare Min li dil qêrîn û heware Jibo girtina dîlber û yare   Seyda Mêrdînî             03/09/2024

ÇI XWEŞ

 ÇI XWEŞ ...! Çi xweş delale Wek karxezale Ez ketim tê da Dilê kul dinale. Firîşte û horî Çav wekî morî Hatîye ba min Bi hêsir û girî. Rex mi rûnişt Wê hêsir şûşt Li mi mêzekir Go ezim bêpişt. Min li wê nerî Bi rûyekî fedî Destê mi girtî Go dil da ketî. Em çûnbin sîyê Dara berrû yê Awir daye min Navê mi pirsîye. Min bersiv da ye Navê'm seyda ye Welatê'm Mêrdîn Gundê'm kûrê ye. Min jê pirsî ye Navê te çî ye Bersiv daye mi Navê'm eyşê ye. Devê wê kenbû Destê'm girtibû Bi dîtina min re Sewt lê ketibû. Çû xatir xwestî Kenya zû mestî Bi kêyf û xweşî Dilê min xwestî. Bi rê ket girî ya Hewar û qêrî ya Ez wê bîr nakim Dil ji min birî ya. #Seyda_Mêrdînî    12/08/2021.

DÎLBER

 DÎLBER .... Piştî tu çû Gul û nêrgizên Biharan çilmisîn Min ji wan hez nekir, mîna ew mirovên bê kêf Bê evîn û eşqbûm. Piştî tu çû Ez bûm wekî Hîmekî mezin Mîna hîmê devê Aşan qeraşekî Bi kul û keserbûm. Piştî tu çû Ez bûm wekî Avzêyek mîna Kanî dara bi xem Ê dî naherik im Bê xuşîn û dengbûm Piştî tu çû Ez bûm wekî Çîyakî bar giran Mîna çîyayê mazî Bê çare di nava Ceng û şer de bûm. Piştî tu çû Ez bûm wekî Keştiya bêxwedî Mîna keştiyek di Derya ya evîne de Bê qeptan û bêkes Xerq û wenda bûm. Seyda Mêrdînî          01/05/2020

#AMED

 #AMED .... Amed şêrîn û rindî Tu Nîştimanî welatî   Hemî bax û bîstanî  Civîng, geha li textî  Zanist geha zimanî Divê dewr û dewranî  Ji navê te tê xuyanî Tu paytextê kurdanî Amed delal û şêrînî Ji bo me tu bin gehî Dewrê dijwar giranî Li dij neyar wek lehî Bejna xwe netewînî Ji bo dijmin û xayîn Ji Kurdistan re evînî Ji gelan re xem revîn Derxîne wan sîxoran Ker û daşikê neyarin  Tirşik çî yê xwe firoş Wekî hirç û gur harin Xwe firotin bi erzanî Ji neyar bûn koledarî Ew ne dîn û ne îman Tu ji Amed re bi gorî Dakev kolan û qadan  Mafê hevdû bixwazin  Bi peyman û bi sozan  Lez bikin hûn bibezin Keleha teyî nav şêrîn Li cîhanê a duyemîn  Mizgefta teyî kevnar Li cîhanê penc yemîn Pesin ji tere bê ji mar Xort û ciwan tev jîrin Ji gelê xwere rêzanin Bi xwendin û zanyarin Te dengê me belavkir Pir rind û qenc û şakir  Navê te bû carê bekir  Te ji gelan re dil vekir Gel tevd zîrek û rindin  Erd û ezman hejandin Dijminê xwe tirsandin Wan ji navte derandin Zalim ê îsmo û kemo  Tev lî kurdê bê

DIL BIREVOKE

DIL BIREVOKE Nav bi denge Zehf qeşenge Dil bi şenge  Caw ji penge Eşq û benge Rûçik firinge  Çav beleke Enî bi deqe Por bi xeleke Rû bi kenoke Dil bi revoke Gelkî rindike Bejin dirêje Nutqa dibêje Agir davêje Rondik dirêje Hinav dipêje Dûre ji mêje Hat havîne Germa tîne Serma nîne Nêrgiz şîne Gul xemlîne Bilbil dixwîne Bêpar kirim Ji bîr kirim Hejar kirim Ez pîr kirim Dil tîr kirim Xwere birim  Seyda Mêrdînî   20/04/2021

GUNDÊ KÛRÊ ....

 GUNDÊ KÛRÊ .... Navê gundê min kûrê ye Dilê min de wek bexdê ye Baxçe û dehl di nav daye Bi xêr û bere gundê kûrê Der dora wê tev devî ye Xemilîn gulsor li zevî ye Bilbil ser gulê xwendî ye Awazek tê ji gundê kûrê Gund dinêre gelîyê rezan Dihat bîna gul û nêrgizan Tê dengê quling û qazan Nav û dengê gundê kûrê Dinava werzê gulstêran Baxê rezan û mehseran Pir bûn dîl li her deveran Bi xemgîrin gundê kûrê Xêr û ber serê xwe hilda Cur bi cur zehf ajal têda Dar birîn ajal giş winda Bê dengî ma gundê kûrê Cerdevana dar zayî kirin  Nizanim çima wilo kirin Kok ma bû ew jî ra kirin Tazî hiştin gundê kûrê. Seyda Mêrdînî                 24/04/2020

GOR TARÎ YE

 GOR TARÎ YE. Gor tarî ye pir tenge Milyaket dike denge Minkir nekir tên gorê Li tu kesî nakin sebrê Pirsên wan amade ye Bertîl li wira tune ye  Çavê wan wek agire Tune li wir qet xatire Yan bihûşt yan agire Her duyan yek li wire  Defin xilas li goristanê Xelk çûn mame b'tenê Min fêhm kirî mala min Mar û dûpişk hat ba min Ser sînga min dimeşin Dil û hinavê min diêşin Ew roj, rojek pir germe Gurmîn hat ser serê me Laş çûye maye çerme Min ji xwe kirye şerme Poşman bûm wê sehetê Min gazî Rebbê îzzettê Ne sîberk germ havîne Zalim xwe tê da dibîne  Kiryarê xwe tev dibîne Ji şaşîtiyê xwe xemgîne Bihuşt ji bo wana nîne Dojeh dibê ji mire bîne Lawaz bûme wek hestî Ardû nema ye ez birçî Cîhê min gelek dijware Zalim hemûçk bê çare Tev bi hewar û bi fîxane Xelasî li cem Xwedane. Seyda Mêrdînî                29/04/2020

DIL BIREVOKE

DIL BIREVOKE Nav bi denge Zehf qeşenge Dil bi şenge  Caw ji penge Eşq û benge Rûçik firinge  Çav beleke Enî bi deqe Por bi xeleke Rû bi kenoke Dil bi revoke Gelkî rindike Bejin dirêje Nutqa dibêje Agir davêje Rondik dirêje Hinav dipêje Dûre ji mêje Hat havîne Germa tîne Serma nîne Nêrgiz şîne Gul xemlîne Bilbil dixwîne Bêpar kirim Ji bîr kirim Hejar kirim Ez pîr kirim Dil tîr kirim Xwere birim  Seyda Mêrdînî   20/04/2021

GOR TARÎ YE ....

 GOR TARÎ YE. Gor tarî ye pir tenge Milyaket dike denge Minkir nekir tên gorê Li tu kesî nakin sebrê Pirsên wan amade ye Bertîl li wira tune ye  Çavê wan wek agire Tune li wir qet xatire Yan bihûşt yan agire Her duyan yek li wire  Defin xilas li goristanê Xelk çûn mame b'tenê Min fêhm kirî mala min Mar û dûpişk hat ba min Ser sînga min dimeşin Dil û hinavê min diêşin Ew roj, rojek pir germe Gurmîn hat ser serê me Laş çûye maye çerme Min ji xwe kirye şerme Poşman bûm wê sehetê Min gazî Rebbê îzzettê Ne sîberk germ havîne Zalim xwe tê da dibîne  Kiryarê xwe tev dibîne Ji şaşîtiyê xwe xemgîne Bihuşt ji bo wana nîne Dojeh dibê ji mire bîne Lawaz bûme wek hestî Ardû nema ye ez birçî Cîhê min gelek dijware Zalim hemûçk bê çare Tev bi hewar û bi fîxane Xelasî li cem Xwedane. Seyda Mêrdînî                29/04/2020

EZ Û EZ NE KESÎ DIN.

EZ Û EZ NE KESÎ DIN  Ez û ez ne kesî din Çavê xwe digerînim Xwe bi tenê dibînim Kevirek reş li hevrazim Natebitim xwe gêrkim Xwe hildidim dinêrim  Li çep û rastên xwe Poz bilind li jêr û jor Ez û ez ne kesî din Çol û çolistanim Xwezaya daristanim Dara mazîya beru me Sîh û sîberk sîwanim Stêrka li asîmanim Ez hîva li çardeyê mehê Rohniya dora xwe me Ez û ez ne kesî din  Delav çavîya avê me Şir şir ra sûlava me Xûşxûşa çema me Xûmxûma baranê me Robar û ava avzê me Zelal ava kaniyê me Ava gola û derya me Ez û ez ne kesî din  Deng û awazê te me Bilbil l'ser gula te me Gula nav baxê te me Şemamoka werzê te me Rohniya çavên te me Find û çiraya te me Şewq û şemala te me Ez û ez ne kesî din Geşt û seyrana te me Kêyf û şahî ya te me Reqs û dîlana te me Keştiya dilê te me Ajovanê keştîyê me Bayê pêşî bahozim Pêlên deryaya te me Ez û ez ne kesî din Him egîd û lehengim  Bi hest û bi helwestim  Bi birq û bi birûskim Heft renga keskesorim Mêrg û çîmen biharim Kulîlk vebûne li darim Mifte ya her

AWIRÊN ÇAVÊN TE

AWIRÊN ÇAVÊN TE  Awirên çavên te  Xwe berda ser dil Çavên bi rondik  Dibarin li ser mil Dilê min disotin Lê rûnişt sed kul Tîrêjê çavên te  Agir berda dil Deng nema tê Li werzê gilgil Nav baxê gulan Ne şalûl ne bilbil Çavên reş belek Evîn a teyî ji dil Ez dinêrim li te Bi wan çavên şil Pirr dûrr avêtim  Nava gola bi zil Lal û zar xistim Hiştim bê havil Te ez ji bî kirim Ji bo te bûm kavil Seyda Mêrdînî .... 28/01/ 2019__....

EW DELALÊ DÊ Û BAVE.

EW DELALÊ              DÊ Û BAV E. Rûstem egîd û şêr e Canê xwe wî gorî kir Ew delalê dê û bav e Bo gelê xwe yê feqîr Xwe berda nav neyare Di meşî ye û bi rev e Wek piling û wek şêr e Li wê newal û çirrav e Ceng bi mêranî dikir Zora dijmin wî dibir Roma pîs û bê rûmet Banga xwe wî zêdekir Dijmin balefir rakir Bi hezaran zêdekir Canê delal û nazik Li erdê xwîya dikir Emê tolê te hilînin Yek ji me bi hezaran Kurdistanê rizgar kin Ji dijmin û ji neyaran Heyfa me tê li xortan Rûstem delal û ciwan Ew şehîdê Kurdistane Tev lî keçan û xortan Seyda Mêrdînî           11/05/2022

SOSIN Û KULÎLK

Resim
SOSIN Û KULÎLK Sosin û kulîlk Sor xwîna min Azad û xelasî Armanca min. Rojava û başûr Çav û dilê min Rojhilat, bakûr Dest û nigê min. Heps û zindan Cîh û warê min Jîn û berxwedan Kar û xebata min. Bê xew û raman Şev û roja min Welat û Niştîman Laş û termê min. Şeref û rûmet Xak û erda min Dayik û bavê min Kurdistana min. Seyda Mêrdînî 30/07/2020

NE BAR GÊRIM

Resim
NE BAR GÊRIM .... Bi rengê nû bi dengê azad dibêjim Wekî ser sîberka ber jor difirim Pir biha me bi nirx û serî bi zêrim Wek sosin û gulê çiyayê Araratim Dest bidim kê bi wîre bidil dostim Hey û hey wilo seydakî nûdêlim Li min barê giran bar nek ez hêsîrim Ne bar gêrim û ne jî bar lê kirim Herî kalim emirr mezin bêhişim Nizanim ku kî me ez xwe nasim Bi xwedî hiş bi hêçanek dirêj dibim Xwedê hezkit mîna berê bihişbim. Seyda Mêrdînî                     01/02/2020