XEBATÊKE SEYDA

XEBATÊKE SEYDA


Bizane qedr û qîmetê xwe seyda

Li dinê nebe yê liber sîyê seyda.


Ji bo maf xebatêke wekî şêranî

Tu nezanî peydake pirtûkê xanî.


Şev û rojan meh û salan bixune

Di nîvê rêda di xewê da nemîne.


Xebatêke wisa seyda tu hîn saxî

Biçêre rind li wî erd û werz û baxî.


Li çiyayê mazî zozanê wê ser axî

Tu çi sekinî li xerîbîyê bêje wî çaxî.


Te borandî temenê hêja bi tewşî

Derbas meke ku tu hê saxî û keysî.


Jîyana vê dinê jar û jan û zeqûme

Ger dinê da nekî danezanê bome.


Seyda Mêrdînî 12/09/2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN