XWEZÎKA

XWEZÎKA ....


Xwezîka kêzxatûnek bûma

Li gundê xwe daketi bama

Li gel cîran û xwişk û biran

Ber derê hewşa xwe bama


Nema nema dayê nemaye

Kes li gundê me nemaye

Destê me ji hev qetandin

Binêr li ku me tu li ku maye


Em rûniştina li hevşikêye

Li bin siberka darekê ye

Ka dewr û dewrana berê

Nizanim gund bike maye


Nema nema dayê nemaye

Kes li gundê me nemaye

Destê me ji hev qetandin

Binêr li ku me tu li ku maye


Seyda Mêrdïnî 18,08,2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN