NİŞTÎMAN ....
NlŞTîMAN ....
Dil û hinav ji derd û kulan
Ser sîngê bû mij û dûman
Dewran bo me bê xwedan
Li dû dinê em man û man
Ezê hal ji kêra bikim nîşan
Roj bi roj dimirim yek carî
Niştîman kirin parî bi parî
Xem û kovan li kurda barî
Xwîya nebûye qe careserî
Ezê hal ji kêra bikim nîsan
Kurdistan îro kirin dergoş
Lerizîn em tev hatin firoş
Dilê dayikan qet nebû xoş
Em dijî hevin wekî serxoş
Ezê hal ji kêra bikim nîsan.
S Mêrdînî 19.08.2022
Yorumlar
Yorum Gönder