DÎLBER ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE.
DÎLBER
ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE
Li deşt û zozanên te
Li mêrg û çîmenên te
Diçêrim wek berxên te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li nav werz û baxên te
Bo şitl û lem û katên te
Sincim li dor baxçên te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li çîya û daristanên te
Li lat, taht û zinarên te
Dilîzîm wek xezalên te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li rex çem û roberên te
Li ser birk û kanîyên te
Cihokim ji dar berên te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li ser birc û kelhayên te
Di kozik û mewzîyên te
Ez nîgehdar im ji bo te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li mal, koşk û xanên te
Li şaneşîn û eywanên te
Ez kahweger im ji bo te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Li dor gund û gomên te
Li bajar û şaristanên te
Ez can gorî yê li rêya te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Ez digerim li çiyayên te
Li xayîn û dijmin ên te
Ez nêçîr dik im ji bo te
Dîlber çi şêrîne navê te.
Seyda Mêrdînî
11/06/2020
Yorumlar
Yorum Gönder