WELAT HIŞTIN
WELAT HIŞTIN
Ew bi reva li ser trektor
Ew mal û milk û motor
Hemû l'şûna xwe hiştin
Berê xwe tev dane sînor
Gihaştin hev bi sê hêla
Tev li ba didin simêla
Welat hiştin ji xelkê ra
Çûn li ber çem û pêla
Tev êriş kirin xêratan
Li wan erd û welatan
Serê hev dû diêşînin
Jibo çend lib patatan
Sond dixwun bi telaqê
Ji bona hinek erzaqê
Li hev dikin lê dayê
Kurdên başûr li îraqê
Derik û koban û efrînê
Hûn man dinava xwînê
Lê ez çi bikim mixabin
Way hûn xayîna dibînê
S Mêrdînî, 17,11,2018
Yorumlar
Yorum Gönder