KURDÎ NIZANE
KURDÎ NIZANE
Yê xwendevane
Bi kurdî nizan e
Mixabin sed car
Serekê kurdane
Em bigrin civatê
Em bikin xebatê
Jibo zimanê xwe
Em neçine xeletê
Ziman millete
Jibo me axrete
Him dê û bave
Nekin qet qete
Kurdê baş hene
Canê xwe dan e
Ji bona gulistan
Qet şaş ne bûne
Delala min sêwî
Dixwin malên wî
Rom,erebû,ecem
Bûne xwedîyê wî
Dijmin em kotin
Kurm em firotin
Li ser pişta wan
Neyar l'me sotin
Zimanê mi ware
Bo me her dere
Netew kurdî ye
Ne bi zêr û pere
Kurd û kurdîstan
Seyda bi qûrban
Bê xwedî ma ye
Eman sed eman
Seyda mêrdînî
05//05//2021,
Yorumlar
Yorum Gönder