EW DELALÊ DÊ Û BAVE.
EW DELALÊ
DÊ Û BAV E.
Rûstem egîd û şêr e
Canê xwe wî gorî kir
Ew delalê dê û bav e
Bo gelê xwe yê feqîr
Xwe berda nav neyare
Di meşî ye û bi rev e
Wek piling û wek şêr e
Li wê newal û çirrav e
Ceng bi mêranî dikir
Zora dijmin wî dibir
Roma pîs û bê rûmet
Banga xwe wî zêdekir
Dijmin balefir rakir
Bi hezaran zêdekir
Canê delal û nazik
Li erdê xwîya dikir
Emê tolê te hilînin
Yek ji me bi hezaran
Kurdistanê rizgar kin
Ji dijmin û ji neyaran
Heyfa me tê li xortan
Rûstem delal û ciwan
Ew şehîdê Kurdistane
Tev lî keçan û xortan
Seyda Mêrdînî
11/05/2022
Yorumlar
Yorum Gönder