KURD lM ....
KURD IM ....
Kurd im Kurdistanî me
Ji her kesî re bi alî me
Wek hevî tiştekî xweşe
Hin kesanre ez malî me
Kurdekî dil bi pet û ar im
Ji stembara dost û yar im
Li hemberî zordara me
Ji wanre wek gurê har im
Kurdekî pir şareza me
Wek bilbilê nav reza me
Ser bilindim li gerdûnê
Zarê bi heft zarava me
Kurdekî dil pirr bi êşim
Wekî çeqçeqa ber aşim
Alî karê miroxên başim
J'kurmê darêre nebaşim
Kurdekî gel feqîra me
Alî karê derd û kula me
Maf li ku be ez li wê me
Xema welat bo min xeme
Kurdekî bîr û bawer im
Bi kovan û bi keser im
Bê dad û zûlum netêda
Boxwe nasan liser kar im
Ez bendeyê rebbê xwe me
Mifta mal û milka li ceme
Bibin yek em dest bidin hev
Hewcedarê lavayê we me
S Mêrdînî 29/06/2020
Yorumlar
Yorum Gönder