DEMA KU EZ JI TE HEZ DIKIM
DEMA KU
EZ JI TE
HEZ DIKIM
Dema ku ez ji te hez
dikim, awirên te liser
her du rûkan sor dibin,
ez nizanim çima?
Hinek peyv û hevok
bi ken, piçekî diricifin,
dilerizin û şil dibin ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, ma tu nizanî çi dibe? peyv û hevok
stûxwar, an jî li hev
siwar dikin û lal dibin ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, ev bajarê bi
heybet, stenbola mezin,
di navbera tiliyên min
de diqelişe û dibe
Stranek û helbesteke
biçûk a evînî ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, pênûs radibe
ser xwe û ew bişkokên
xwe yên mîhengê
diqulipîne û dest pê
dike neken ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, tiştên pir ecêb
û girîng diqewimin,
hezkirina te dibe wek
pirsgirekeke neteweyî ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, netewek ji
xewê şiyar dibe,
şoreşên ku herî zêde
zarokan dikenin ....
Dema ku ez ji te hez
dikim, di hundurê min
de welatek rizgar
dibe, çar parçe dibe
welatekî serbixwe ....
Seyda Mêrdînî
26/02/2024
Stenbol/Esenyûrt
Yorumlar
Yorum Gönder