MELA ....

MELA .... Mela bi kum û şaşikê

Tu kes naçe bihuştê

Rast û baş û pak nebî 

Xwedê nake rehmetê


Xizan û hejar birçîne 

Zordar serdestî dikin

Feqîr û jara dixapîne 

Ji ola wan dûr dikin


Ji bo wan ew dibêjin 

Feqîr hûn şikir bikin

Hûn zû diçin bihuştê 

Boy wê pir zikir bikin


Piyalik av û nanê hişk 

Xwedê çida wê bixun

Xas û şerbet û mehîr

Goşt û savarê nexun


Melayê şaş û xapînok

Xwedê nayê xapandin

Goşt û savar hûn dixun

Ê hestî xwar rebenokin


S Mêrdînî 02/09/2024

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN