BI DEV KURDÎ
B'DEV KURDÎ!
Geh bi xaçî
geh bi şaşî
Bi dev kurdî
di dil cehşî.
Di dest neyar
tu bûye maşî
Te welat firotî
erzan û belaşî.
Te welat birkir
tu bûye heres
Te yeka yek da
ma hê nebes.
Xort û xama
tev kirin xes
Cîhan li me
kirîye qefes.
Li me çikand
bêhn û nefes
Dayik û bav
ber bi fetes.
Ji vî janî ma
nabin xelas
Sedî sed im
hemî ewqes.
Dizin li dest
çare heman
Li bin diçin
wekî rewan.
Xapînok kin
wekî kewan
Li gelê xwe
bûne ‘ewan
Li hemberî
netewa xwe
Têk dibin ew
pir,bendê xwe.
Ala rengîn
nadin hildan
Çav ji bona
zalim kildan.
Xwe firoş ê
ew demoqrat
Kurd nehiştin
wan li #welat.
#S_Mêrdînî
11/01/2017.
Yorumlar
Yorum Gönder