ÇI XWEŞ

 ÇI XWEŞ ...!


Çi xweş delale

Wek karxezale

Ez ketim tê da

Dilê kul dinale.


Firîşte û horî

Çav wekî morî

Hatîye ba min

Bi hêsir û girî.


Rex mi rûnişt

Wê hêsir şûşt

Li mi mêzekir

Go ezim bêpişt.


Min li wê nerî

Bi rûyekî fedî

Destê mi girtî

Go dil da ketî.


Em çûnbin sîyê

Dara berrû yê

Awir daye min

Navê mi pirsîye.


Min bersiv da ye

Navê'm seyda ye

Welatê'm Mêrdîn

Gundê'm kûrê ye.


Min jê pirsî ye

Navê te çî ye

Bersiv daye mi

Navê'm eyşê ye.


Devê wê kenbû

Destê'm girtibû

Bi dîtina min re

Sewt lê ketibû.


Çû xatir xwestî

Kenya zû mestî

Bi kêyf û xweşî

Dilê min xwestî.


Bi rê ket girî ya

Hewar û qêrî ya

Ez wê bîr nakim

Dil ji min birî ya.


#Seyda_Mêrdînî

   12/08/2021.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN