GUNDÊ MIN ....

GUNDÊ MIN ....


Gundê me bi colê pezin

Bi dehl û bîstan û werzin 

Bi baxçe û baxên rezin

Çi qas xweşe gûndê min.


Diçêrin sewalê mî û bizin

Bi elok û werdek û qazin

Bi şalûl û bilbil û bazin

Çi qas xweşe gundê min.


Zevî yê gund tev de avîne

Darên zerdelî, sêv û tirîne

Zerî selik bi selik dikşîne

Çi qas xweşe gundê min.


Dora gund mazî û devîne

L'sîya wan ciwan rûniştîne

Ew kul û keseran direvîne

Çi qas xweşe gundê min.


Dora gund sontaj û kanîne

Xem û keseran di revîne

Evîn û vîna mi kûra jorîne

Çi qas xweşe gundê min.


Gundê min îro ji min dûre

Birîna dilê min gelekî kûre

Rê li min girtî tune destûre

Çi qas xweşe gundê min.


#Seyda_Mêrdînî

              06/08/2024

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN