EZ MIŞEXT IM

EZ MIŞEXT IM. 


Ez bi kerb im

Ez bi keder im

Ez bi keser im

Ez bi xem im


Ez penaber im

Ez koçber im

Ez mişext im

Ez tim l'der im


Peşk dilop im 

Çav rondik im

Di kela girî da

Di qûrt tik im


Hêsir dibarim

Qîr û hewarim

Jibo kurdistan

Ez tim li karim


B'derd û kulim

Bar liser milim

Timî diwestim

Mixabin dîl im


Ez b hestyarim

Ez bê cî warim

Bê kar û barim

Tim zare zarim


Ez jan dikêşim

Ez can di êşim

Ji bona welat 

Ez pir bi êş im


Kovan û jar im

Hinav bi ar im

Jibo şengal im

Rondik bar im


Silavan l efrînê

Digel l kobanê

Sed sed caran

Ez bi heyranê 


Girgir li zorava

Tê dengê tava 

Ji keskesoran

Li ser rojava


#Seyda_Mêrdînî ....

    07/02/2020 ....

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN