BI KURDÎ LÊ KIN ....
BI KURDÎ LÊ KIN ....
Bi kurdî lê kin
Bişavtin ne kin
Te pir rind gotî
Dil û ceger sotî
Bi kurdî lê kin
Jê fedî ne kin
Rastî her eve
Gel dadî teve
Zimanê bimire
Kurdî jî dimire
Yên nehebîne
Ew ne kurdîne
Çavê xwe veke
Li dinê mêzeke
Hez bike ziman
Bi pê heye îman
Ger tu şerm bikî
Ji dê û bav dikî
Wek roj û şeve
Li gel min teve
Bi çûçik nebîne
Wî mezin bibîne
Bi wî bixwînin
Xewna bibînin
Bi pênûs lê bikin
Neqişan çê bikin
Ziman bû wenda
Hew nabe peyda
Ji dê û bav fêr im
Bi zeber û zêr im
Ser soza xwe me
Dû doza xwe me
Pê ser bilind im
Seydayê kurd im
#Seyda_Mêrdînî
18//08//2024
Yorumlar
Yorum Gönder