LI DINYA YÊ TU MÊVAN Î
LI DINYA YÊ
TU MÊVAN Î
Ger ti kalbî yan ciwan bî
Mîr û beg bî, yan axa bî
Yan feqîr bî yan siltan bî
Li dinya yê tu mêvan î
Mirin tê qet nîne çar e
Emel kar û çûye êvar e
Du parçe bihuşt û ar e
Li dinya yê tu mêvan î
Nizanin pir xizanin em
Dibînin mirinê her dem
Guneha dikine bê xem
Li dinya yê tu mêvan î
Kesên zana li vir kar kir
Ne dinyê ji xwer war kir
Bi serbilindî ji vir bar kir
Li dinya yê tu mêvan î
Dinya zalim û xedar e
Ne wî şerm û eybdar e
Ji pir kesan re bû yar e
Li dinya yê tu mêvan î
Gelek kesanre da soz e
Belê soza xwe kir toz e
Kesî qet pê nekir hoz e
Li dinya yê tu mêvanî
Dinya wek vê sîya dar e
L' vir carî l'wir herikbar e
Qe rast nabe timî xwar e
Li dinyanyê tu mêvan î
Dinya pir kes kirye rûreş
Wan kir bê eql û serxweş
Ji wan birye fehm û heş
Li dinya yê tu mêvan î
Heta çûn gora darî û kûr
Kirin hewar û qêrîn û zûr
Êrîş wan kirye mar û mûr
Li dinya yê tu mêvan î
Seyda Mêrdînî
14/04/2020
Yorumlar
Yorum Gönder