GOR TARÎ YE ....

 GOR TARÎ YE.


Gor tarî ye pir tenge

Milyaket dike denge


Minkir nekir tên gorê

Li tu kesî nakin sebrê


Pirsên wan amade ye

Bertîl li wira tune ye 


Çavê wan wek agire

Tune li wir qet xatire


Yan bihûşt yan agire

Her duyan yek li wire 


Defin xilas li goristanê

Xelk çûn mame b'tenê


Min fêhm kirî mala min

Mar û dûpişk hat ba min


Ser sînga min dimeşin

Dil û hinavê min diêşin


Ew roj, rojek pir germe

Gurmîn hat ser serê me


Laş çûye maye çerme

Min ji xwe kirye şerme


Poşman bûm wê sehetê

Min gazî Rebbê îzzettê


Ne sîberk germ havîne

Zalim xwe tê da dibîne 


Kiryarê xwe tev dibîne

Ji şaşîtiyê xwe xemgîne


Bihuşt ji bo wana nîne

Dojeh dibê ji mire bîne


Lawaz bûme wek hestî

Ardû nema ye ez birçî


Cîhê min gelek dijware

Zalim hemûçk bê çare


Tev bi hewar û bi fîxane

Xelasî li cem Xwedane.


Seyda Mêrdînî 

              29/04/2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN