#AMED
#AMED ....
Amed şêrîn û rindî
Tu Nîştimanî welatî
Hemî bax û bîstanî
Civîng, geha li textî
Zanist geha zimanî
Divê dewr û dewranî
Ji navê te tê xuyanî
Tu paytextê kurdanî
Amed delal û şêrînî
Ji bo me tu bin gehî
Dewrê dijwar giranî
Li dij neyar wek lehî
Bejna xwe netewînî
Ji bo dijmin û xayîn
Ji Kurdistan re evînî
Ji gelan re xem revîn
Derxîne wan sîxoran
Ker û daşikê neyarin
Tirşik çî yê xwe firoş
Wekî hirç û gur harin
Xwe firotin bi erzanî
Ji neyar bûn koledarî
Ew ne dîn û ne îman
Tu ji Amed re bi gorî
Dakev kolan û qadan
Mafê hevdû bixwazin
Bi peyman û bi sozan
Lez bikin hûn bibezin
Keleha teyî nav şêrîn
Li cîhanê a duyemîn
Mizgefta teyî kevnar
Li cîhanê penc yemîn
Pesin ji tere bê ji mar
Xort û ciwan tev jîrin
Ji gelê xwere rêzanin
Bi xwendin û zanyarin
Te dengê me belavkir
Pir rind û qenc û şakir
Navê te bû carê bekir
Te ji gelan re dil vekir
Gel tevd zîrek û rindin
Erd û ezman hejandin
Dijminê xwe tirsandin
Wan ji navte derandin
Zalim ê îsmo û kemo
Tev lî kurdê bê îman
Ji neyar dibûn rêbero
Kalê Şêx Se'îd eman
Ez mame ber gumanê
Li vê qad û meydanê
Cîhek xweşik û rinde
Çiya pir xweş xuyanê
Hejar û bêkes li karin
Ew sê pê amade kirin
Hêsîr û jar bê çar in
Dema #Şêxê kal birin
Girtin birin meydanê
Dara sê pê lê danîn
Ê pê girtî yê kalone
Tev li qadê bi qêrîn
Şêx bi zanatî kir qêrîn
Gote fêrê ji me bigrin
Wek şêr û pilinga bin
Da xwaza xwe vejînin
Demek dirêj hejandin
Tirs da neyar û dijmin
Bi mêranî wan tevdan
Ji hev kirin ser û bin
Birc û keleha kurdistan
Me nehêle bin destan
Rûyê dijmin bike qirêj
Bişkîne qeyd û bendan
Rengê bax û gulistan
Paqij dike ji gemaran
Kom b'kom, yek bi yek
Li her deverê kurdistan
Gelê cîhanên na bînin
Xwedî bi cîh û civatin
Çima bêdeng dimînin
Ew bêşeref û rûmetin
Dibin dostê dijminan
Nezan in guh giranin
Cem neyar û xayînan
Bi çavin wek koranin
#Seyda_Mêrdînî
11/02/2018
Yorumlar
Yorum Gönder