GUNDÊ KÛRÊ 2 ....

 GUNDÊ KÛRÊ 2....


Navê gundê min kûrê ye

Dilê min de wek bexdê ye

Baxçe û dehl di nav daye

Bi xêr û bere gundê kûrê


Der dora wê tev devî ye

Xemilîn gulsor li zevî ye

Bilbil ser gulê xwendî ye

Awazek tê ji gundê kûrê


Bi newal û bi guherkan

Li wan gorê li tirbikan

Xweş tê dengê pepûkan

Wek bihuşte gundê kûrê


Gund dinêre gelîyê rezan

Dihat bîna gul û nêrgizan

Tê dengê quling û qazan

Nav û dengê gundê kûrê


Dinava werzê gulstêran

Baxê rezan û mehseran

Pir bûn dîl li her deveran

Bi xemgîrin gundê kûrê


Dihat bêhna baxê gulan

Sorgul û beybûn li milan

Mêşik û gulmêş xemilan

Xelas kirin gundê kûrê


Xêr û ber serê xwe hilda

Cur bi cur zehf ajal têda

Dar birîn ajal giş winda

Bê dengî ma gundê kûrê


Cerdevana dar zayî kirin 

Nizanim çima wilo kirin

Kok ma bû ew jî ra kirin

Tazî hiştin gundê kûrê.


Seyda Mêrdînî

                24/04/2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ