KETIM DEWRA CENG Û VEFA
KETIM DEWRA
CENG Û CEFA
Ne şêxim û ne mela me
Ez xizanekî xwenasî me
Girêdayî netewa xwe me
Ketim dewra ceng û cefa.
Ez ê tim bidim pesnê resûl
Ya Reb tika min bike qebûl
Tu Dîlbera min mekî melûl
Ketim dewra ceng û cefa.
Melûl nebin li qîyametê
Em jî ber bendê ûmmetê
Bi hêvî em herin cennetê
Ketim dewra ceng û cefa.
Kurd ketine rojek tenge
Erd û ezman kire denge
Li dijminan nema renge
Ketim dewra ceng û cefa.
Ezim aşiq tu yî maşûq
Ber evîna te bûme farûq
Tu yî dermanê birîna noq
Ketim dewra ceng û cefa.
Vê penda ha li xwe bike
Xwe ji Dîlber bêpar neke
Enfal û dersim ji bîr neke
Ketim dewra ceng û cefa.
Ez tim dikim hewar û zar
Li wan roj û şevên dijwar
Gurme gurma hov û neyar
Ketim dewra ceng û cefa.
Bila yekîtîya kurdan çêbe
Bila gerdûn tijî pêt û ar be
Bila li seyda timî hewar be
Ketim dewra ceng û cefa.
Hewar ji dest kurmê darê
Ew bi saxî me dixin qebrê
Rûreş, rûswa herin heşrê
Ketim dewra ceng û cefa.
Terka zulma xwe zû bikin
Mûnkîr û nekîr pirsê dikin
Kesek nikare şerîn bikin
Ketim dewra ceng û cefa.
#Seyda_Mêrdînî
11/08/2024
Yorumlar
Yorum Gönder