DÎLBER
DÎLBER ....
Piştî tu çû
Gul û nêrgizên
Biharan çilmisîn
Min ji wan hez
nekir, mîna ew
mirovên bê kêf
Bê evîn û eşqbûm.
Piştî tu çû
Ez bûm wekî
Hîmekî mezin
Mîna hîmê devê
Aşan qeraşekî
Bi kul û keserbûm.
Piştî tu çû
Ez bûm wekî
Avzêyek mîna
Kanî dara bi xem
Ê dî naherik im
Bê xuşîn û dengbûm
Piştî tu çû
Ez bûm wekî
Çîyakî bar giran
Mîna çîyayê mazî
Bê çare di nava
Ceng û şer de bûm.
Piştî tu çû
Ez bûm wekî
Keştiya bêxwedî
Mîna keştiyek di
Derya ya evîne de
Bê qeptan û bêkes
Xerq û wenda bûm.
Seyda Mêrdînî
01/05/2020
Yorumlar
Yorum Gönder