EVÎNDARÊ GUNDÊ XWE ME

EVÎNDARÊ

                 GUNDÊ

XWE ME


Evîndarê gundê xwe me

Cîh û warê bav û kale

Lê zehf qêrîn û heware

Jê dûr ketim çend sale


Ez li wir hatim e dinê

Ê landika min hejandin

Ax û wax û mala minê

Ruhistîn wan revandin


Wargeha wana bihuște

Ew stêrekên li ezmanin

Mixabin dest na gihîşte

Xem û keser ji dil hate


Bax û bîstan bê ji marin

Derudor tev devî û darin

Li her deverê avên sarin

Tên der ji sarinc û bîrin


Dilê min nebû jê têre

Ax ew avsîrka bi xêre

Gelo ew roj dîsa were 

Dibînim ew xêr û bere


Bila carek din jî seyda

Serê Kûra jorî bi dît ta

Bila ruhistîn canê min

Hingî ji xwe ra bilîsta


Erdek reşe û latek sor e

Yeke gewre yeke mor e

Mi bîn kirba dor bidor e

Têr nedibûm heta gor e


Felekê ferman bi kira

Bi bama teyrekî bazî

Li wan cîh û devera

B'geryama bi perwazî


Seyda Mêrdînî

              23/09/2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN