WAWÎK Û ROVÎ

WAWÎK Û ROVÎ


Şahî ya dilan

Li baxê gulan

Keskesor û zer

Fîxana bilbilan


Gazî û hewar e

Çi giran bar e

Deng diçe banî

Bi qêrîn û zar e


Wawîk û rovî

Biyanîyên kovî

Kedî yara min

Xwarin bi hovî


Axîna min ji dil

Xemgîne bo gul

Gewher zêrîn e

Nediyare dil kul


Pirsî reng çî ye

Gulek rengî ye

L'cîhan navdare

Bi xwîn şîn bûye


Bê wê tûj tehl e

Digerim ne male

Min dil bê hal e

Bo wê bûm kal e


Wa nayê gotin

Bi zêr naê firotin

Ew sebra dilaye

Hinav têne sotin


Ew bejin zirav e

Kemer li nav e

Dinya reş û tarî

Wek roj û tav e


Ji dil dernakeve

Dev diran hev e

Wekî Mem û Zîn

Li gel dad tev e


Seyda Mêrdînî

  30/08/2024

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN