KEÇIKA KURDÎYE
KEÇIKA KURDÎYE
Tu dîlberek herî bihaye
Şêrîn, qeşeng û hêjaye
Keskesora li ser çiyaye
Rohniya her du çavaye
Dilê mi ji xwe re hildaye
Pirsîm jê bersiv nedaye
Awirek bi gul min daye
Xwestim jê, nav nedaye
Pirsyar ew keça kurdiye
Pir bedew û lewendîye
Bê sewda û bê xwedîye
Kolanê kavil mi ew dîye
Dema ku min ew ditî ye
Dilê min bi wê şewitî ye
Dil û hinavê min peritîye
Ez pir pê bûme bendîye
Nazdar û şêrîn, bedewe
Dike qebqeba mê kewe
Li min herimandî xewe
Birînê dilê mi dike kewe
Eşq û evîndara dîlber e
Ar û pêt da bin ceger e
Dil hişk kê bê mehder e
Hişê min her tim li sere
Hiş ma li ser nazenînê
Ger nedemi carek tenê
Maçek ji bin lêv û çenê
Jîyan vala ye, li vê dinê
S mêrdînî 27,02,21
Yorumlar
Yorum Gönder