ŞÊX Û MELLÊ ....
ŞÊX Û MELLÊ ...!
Şêx û Mellê vî zemanî
Xwedina wan bi stranî
Guh nedane heqîqetê
Malik li wan çû wêranî
Gelek qelsin ji îmanê
Hinek hene ne melane
Ew bi navê xwe belane
Emelê wan wekî wane
Wan ne xem û aşvane
Dînê henîf dabin nigane
Ola gelkî xweş û şêrîne
Mixabin pirr pê lîstine
Olek kêmasî têda nîne
Hewcê zalim jêre nîne
Cudayî qet tê da tineye
Dînê henîf îro bi birîne
#Seyda_Mêrdînî
01/09/2024
Yorumlar
Yorum Gönder