BAR GIRANIM ....
BAR GIRANIM ....
Ez netewek bar giranim
Li hemberî sed mêranim
Kilam û çîrok û stranim
Didim çandê rih û canim.
Ez netewek evîn darim
Dixwazim her û werim
Yekîtî jibo me pêwîste
Şev û roj li wê digerim.
Ez netewek nav û dengim
Ji neyar re ez bîn tengim
Ticar zulmê qebûl nakim
Xwenasan re heft rengim.
Ez netewek hember hova
Perda reş hatî ser çava
Rêya mafan hinda kirye
Ew ketine pê kursî nava.
Ez netewek xas li vî erdî
Hûn ketin nav bûne derdî
Hebûna me Ayeta Xweda
Bicehem dev ji me berdî.
Ez netewek dilê min penge
Dinav mede şer û cenge
Ji min tê ku ez hewarkim
Kurma erd li me kir tenge.
Ez netewek nalîna mi tê te
Jiyan derbas nabe bey te
Bejin û bala te pir şêrîne
Silav û rêz ji boy navê te.
Seyda Mêrdînî
08/08/2024
Yorumlar
Yorum Gönder