ZÎNDEWARÎ
ZÎNDEWARÎ
Ecel nade zîndewarî,
ji ber ku her roj an
Dibînî mirin a amir,
şah û beg û axleran.
Wisa gelek niştecîh,
gom û gund bajaran
Bi bejin û bala xwe,
nexap xerîbî ti bêwarî.
Gava melekê mirinê,
ji nişkav li ser te bî
Ji canê xweyî şêrîn,
ji dest û lingan dibî.
Li kuderê ne şedad,
ad û hezkir yên wan
Tev nemrûd û fîrewn
pêgirt û gel wezîran.
Xwedê yo wê roja ha,
bi hêz û kerema xwe
Binêre li me hejaran,
bo xatirê Resûlê xwe.
Mirin bo me hemîyan,
qenc û xirab hemî çûn
Weke şivan û gavan,
feqîr û bê kesan çûn.
Seyda Mêrdînî
10/08/2024
Yorumlar
Yorum Gönder