GUNDO! ....

GUNDO! ....


Gundo evîndarê te me

Heyran û gorî bo te me 

Warê kal û bapîrê min

Ji mêj ve ez dûrî te me


Li vî gundî hatime din ê

Ê landikamin hejandin ê

Ax û wax û mala min ê

Dûr xistin ferîştê mirin ê


Cîh û warê wan bihuşte

Stêrka li ezmanan geşte

Î roj dest nagihêje wan

Dil û ceger bûne bizote


Rez û behiv b'xêr û ber e

Derudor b'zevî yên dar e 

Her gelî kanîyên avsar e

J'cobaran tim tê xwar e


Bêrîvanê bi renga renge

Cîhêmazî bêrî û kerenge

Wek keriyê pez kovîyan

Niha tev mane bê denge


Sebramin bê te qet naye

Herdem di bîra min deye

Bawerim dê dem ê were

Ez ê herim gundê xweye


Zemîn reş e û lata sor e

Yeke gewr û yeke mor e

Min bîn kirî dor bi dor e

Têr nedi bûm heta gor e


Gundê min bi taht û lato

Ew bayê xweş tim dihato

Ji bir nakim welatê xwe 

Dar devîyê mazî û kelato


S Mêrdînî 01.12.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN