MÊRDÎNA DÎROK ....
MÊRDÎNA DÎROK ...!
Mêrdîn şarek dîrokî ye
Cîh bilind darê mazî ye
Muferih û ber vekirî ye
Li dinê bi nav û dengî ye.
Mêrdîn bi çem û kanî ye
Mixabin îro bê xwedî ye
Pir zar tê de jîyan kirî ye
Belê xelkê ji me kotî ye.
Rewşa me tev hesûdî ye
Başî, rindî nîne fesadî ye
Jîyana me tev rezîl tî ye
Xweserî nîne talan tî ye.
Ya xwîn mija fîrewnî ye
Belê cuda bûna me çî ye
Bes bimînin nezan û ker
Da hûn nemînin derbî ye.
Dinya dinyake bi dawî ye
Tehma wê me rê birî ye
Me ji biratî yê dûr kirî ye
Ji wê dijmin li me hovî ye.
Seyda Mêrdînî
12/02/2022
Yorumlar
Yorum Gönder