NEYAR XWESTIN
NEYAR XWESTIN ...!
Neyar xwestin wê wenda bikin
Rengê keskesor û zer reş bikin
Wê bi xweşî bin ax û gor bikin
Xwestin bi keçê xwe bi nav bikin
Bo gelê Kurdistan wê ji bîr bikin
Keça kurd şiyar, xwe winda nekir
Bi neyar û hovan bawer ne kir
Kirasê bê rûmetî yê li xwe nekir
Mezinê kurda deng kir wê guhdar kir
Bi çand û hunerê wê xwe bi hêz kir
Berê xwe da nîştiman wê bang kir
Wê di heps û zindana de raperîn kir
Rext û tifinga îngilîzî j'xwe re rakir
Berê xwe da qada cengê wê şer kir
Wê ala rengîn hilda û hilda bilind kir
Wê çi kir û çi nekir bi neyar re şer kir
Tirs ji dilê me derxist kar û xebat kir
Di dilê dijmin de tirs û xof bicîh kir
Çep û rastiya neyar tevlî hev kir
Kêşanên dijmina pûç, kerr û lal kir
Hemû dewletên dinyayê hişyar kir
Tiştê nû anî û tiştê kevnar ji holê rakir
Me keça kurd Arîn mîrkan bi nav kir.
#Seyda_Mêrdînî
06/06/2016
Yorumlar
Yorum Gönder