EZ DI CENGÊ DA MÊRIM

EZ DI CENGÊ DA MÊRIM


Ez di cengê da mêrim

Plangerî de bê kêrim

Te ez kirim qehreman

Ji mêj ve ez bin destim 


Xebata te tim qêrîn e

Haya tu kesî ji te nîn e

Binêr li rewşa #Efrîn ê

Ê dî ne bêje ez mêrim


Zend bazin nig xirxal e

Mixabin îro ew dinal e

Ji dest segên kemal e

Ne bêje ez egît û şêrim


Bi bira yê xwe dikî şer 

Rex dijminan dikî ger

Zirt û fort dikî li herder

Ê dî ne bêje gernasim


#Seyda_Mêrdînî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

XERÎBÎ

KURDÎ NIZANE

WELAT HIŞTIN