WERE XWEŞIKÊ
WERE XWEŞIKÊ
Were xweşikê
Tu alî min bikê
Firîşte hatî ye
L' min zor dikê.
Ser sînga min
Li gav û kêlîkê
De were ba min
Tu bi Xwedê kê.
Ji mir avê bîne
Li ser bixwîne
Firîşte dûr bike
Ew mi ditirsîne.
Mi ne desmêje
Mi nekir nimêje
Ji minre lava ke
Sekera mi dirêje.
Hevalno rûn in
Ma hûn nabîn in
Firîşteyê mirinê
Rûhê mi dikşîne.
Firîşte ligel min
Li ser serê min
Xûr xûr xistî ye
Laşû gewdê min.
Nayê bêhna min
Rohnîya çavê min
Lale bûye ziman
Firîya ji destê min.
Milk û malên min
Tu fêde neda min
Ne dost û ne yar
Û ne jî zarên min.
Seyda yê Mêrdîn
Tu bes bike qêrîn
Dilê min bû birîn
Felek li me xayîn.
Xwedê #mezin e
Tu xwe netirsîn e
Gune me te nîn e
Em ji mêj mirîn e.
#Seyda_Mêrdînî.
Yorumlar
Yorum Gönder