EZ Û EZ NE KESÎ DIN.
EZ Û EZ NE KESÎ DIN
Ez û ez ne kesî din
Çavê xwe digerînim
Xwe bi tenê dibînim
Kevirek reş li hevrazim
Natebitim xwe gêrkim
Xwe hildidim dinêrim
Li çep û rastên xwe
Poz bilind li jêr û jor
Ez û ez ne kesî din
Çol û çolistanim
Xwezaya daristanim
Dara mazîya beru me
Sîh û sîberk sîwanim
Stêrka li asîmanim
Ez hîva li çardeyê mehê
Rohniya dora xwe me
Ez û ez ne kesî din
Delav çavîya avê me
Şir şir ra sûlava me
Xûşxûşa çema me
Xûmxûma baranê me
Robar û ava avzê me
Zelal ava kaniyê me
Ava gola û derya me
Ez û ez ne kesî din
Deng û awazê te me
Bilbil l'ser gula te me
Gula nav baxê te me
Şemamoka werzê te me
Rohniya çavên te me
Find û çiraya te me
Şewq û şemala te me
Ez û ez ne kesî din
Geşt û seyrana te me
Kêyf û şahî ya te me
Reqs û dîlana te me
Keştiya dilê te me
Ajovanê keştîyê me
Bayê pêşî bahozim
Pêlên deryaya te me
Ez û ez ne kesî din
Him egîd û lehengim
Bi hest û bi helwestim
Bi birq û bi birûskim
Heft renga keskesorim
Mêrg û çîmen biharim
Kulîlk vebûne li darim
Mifte ya her tiştî me
Seyda Mêrdînî
30/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder