Ez Kurdim
Ez Kurdim
Ez kevnarim
Ez serbilindim
Tov û bizirim
Tah û lat zinarim
Ê nav ax û xakê
Eslê min Kurdî ye
Feslê min Kurdî ye Zimanê min Kurdî ye Hebûna min Kurdî ye
Ji nav êş û jan ê
Ji bin kotek û zor ê
Ji êpopên mêrxasiyê
Ji nav lapûşkên mirin ê Ji nav sê darên hovan e Ji nav derdê kovan e
Ji nav komên kujer ê
Ji nav jûreyên zîndan ê Ji pişt derîyên zingar kirî Aferîn û agirpijim Bi hêz û zexm dibim Zîldidim û zindî dibim Pel didim şîn dibim
Li Mahabadê
Li qada çarçira
Li Amedêi
Li qada derîyê çîyê
Li Xarpêtê
Li qada gemîn
Li Araratê/Agirî
Li gelîyê zîlan
Li Gumgumê/Meraşê
Li Sêwasê
Li Koçgirî yê
Li Mêrdînê
Li Nisêbînê
Li Sêrtê
Li Newala qesaba
Li Dêrsimê
Li Munzurê
Li Helepçe
Li Berzan
Li Zaxoka Rengîn
Li Şingalê
Li Efrînê
Li Kobanê
Li Serê kaniyê
Li Cindirêsê
Li Dêrika Hemko
Li Qamişlokê
Li Qere baxê
Li kaniya lehengan
Li şevên reş û tarî
Li nav çar dîwarên reş Ronî û şewq didim Lewend û geş dibim Wek berq û birûskan
Jîn û bi hêz dibim
Xwe dibinim
Wek yeyrekî baz Serbixwe û azad
Bilind û bilind difirim
Li ser warê bê xwedî Geşt û seyran dikim.! #Seyda_Mêrdînî 06/09/2018
Yorumlar
Yorum Gönder