EVÎNA MİN KEÇA KURDAYE
EVÎNA MIN KEÇA KURDAYE.
Dîlbera min dildarek biha
Çem û kanî li min kir ziwa
Ez maç kirim bi lêvê ziwa
Evîna min keça kurda ye.
Dîlber rind bû mîna perya
Lê nêrî bûm wek serserya
Bi çola ketim mam ber devya
Evîna min keça kurda ye.
Min dil daye dîlberek hêja
Bên ji sîngê tê wek pelê gûza
Hişê min çû bûm wekî gêja
Evîna min keça kurda ye.
Dîlber hêjaye bi dil û qîmet
Ger ew hebî dil dibe heybet
Min dil jê re vekir bi minet
Evîna min keça kurda ye.
Dîlber şêrîn, hingiv û şekir
Dil ji min bir rûyê min gez kir
Rûyê min êşand ji min hezkir
Evîna min keça kurda ye.
Dîlber dil û cergê'm pijand
Xencer û kêrkir xwîn jê rijand
Li dor min û xwe erd hejand
Evîna min keça kurda ye.
Seyda Mêrdînî
12/09/2022
Yorumlar
Yorum Gönder