JI MÊJ VE ....
Jİ MÊJ VE ....
Biratî ya kurd û tirkan
Wekî ya gur û berxan
Gur diranda ber çerxê
Kurd dixin kort û erxê
Rovî û mirîşk bûn heval
Li mirîşkê wêranbû mal
Rovî xwarin pehtî û kal
Mirîşk nizane ev hewal
Ê gur û berxan jî wiha
Gur rojane dixwe deha
Ji mêj ve heta niha
Li ser berxa bû biha
Wekî biratî ya gelan
Mal û milk kirin talan
Bişavtin xist nav malan
Ser kurda fort û halan
Zar û çand ji me pekî
Lê kir kurtan û kurkî
Qûş û paldim hindikî
Rewan diçin boy zikî
#Seyda_Mêrdînî
20/05/2020
Yorumlar
Yorum Gönder