LI VÊ JÎNÊ
LI VÊ JÎN Ê.
Wekî #Memê,
evîn-dar im
Wekî #Zînê,
birîn-dar im
Li çol û çiya,
fermandar im
Li dinya yê,
deng-dar im
Ez bîr bir ê,
hêz-dar im
Li warê dilan,
ez bê zar im
Li vê jîn ê,
ez bê par im
Serxoşim ez,
pir sekan im
Mîr ê #Botan,
Bedir-Xan im
Li şane-şîn ê,
Berxwedar im
Li birca belek,
di senger im
Benda neyar,
li dûr dinêr im
Di şeran de,
wekî şêr im
Li hemberî,
sed mêr im
Nîgehdar ê,
Kurdistan im
Ez Dîlber a,
bi xemgîn im
Cîger-xwîn ê,
dil bi kul im
Ebrû qeytan,
çav bi kil im
Bi pênûs ê,
ez bi hêz im
Kul û kesera,
dûr davêj im
Nayifê heso,
Seyda tîrêj im
Pênûsê wek,
şûr davêj im
Bav ê felek,
Şêxo me ez
Li baxê gulan,
bilbil im ez
Şevgerê mest,
û gêjim ez
Şev û rojan,
dibêj im ez
Min gel rakir,
li ser piyan
Rext girêdan,
ketin çîyan
Leheng û şêr,
li şerger im
Li azadî ya,
xwe diger im
Wek teyrê baz,
ez dibirs im
Ji dijminan,
qet natirs im
Dest avêt im,
rext û tivingan
Min dil daye,
wan pilingan
#S_Mêrdînî
27/07/2023
Yorumlar
Yorum Gönder