ROJÊN BERÊ ....
ROJÊN BERÊ ....
Xwezî bi wan rojên berê
Siwar bûna hesp û kerê
Pale û şixre li bênderê
Nayê bîr kirin rojên berê.
Şev buhêrkên nava mala
Kef û şahî ya tev hevala
Çîrok û pendên pîr û kala
Nayê bîr kirin rojên berê.
Zarok dilîstin bi hevtoka
Keç û xorta didan lotika
Dayik b'kitan, bûk b'çîtika
Nayê bîr kirin rojên berê
Bihar tev di çûn bêriyê
Bi hev diketin ser şiveriyê
Pez hat mexel bo dotiyê
Nayê bîr kirin rojên berê.
Havîn li sîberê ber pûşa
Dapîrê me li ber dergûşa
Ciwan genim dibirin aşa
Nayê bîr kirin, rojên berê.
Palê berbere bi tar û dasê
Stran û kilam qal û behsê
Pir xweş dihat li her kesê
Nayê bîr kirin, rojên berê.
Payîz dihat ser mehseran
Mêravê qurban dikir beran
Kêf û seyrana li nav daran
Nayê bîr kirin, rojên berê.
Seyda Mêrdînî
27/07/2024
Yorumlar
Yorum Gönder