EZ KETIM
EZ KETIM ....
Ez ketim nav kul û derda
Bi kevnetoran dikim seda
Tîrek avêt nava dilê mida
Temen bo wê mi kir feda
Bê dewletî ez birîn kirim
Rû û rûçik tev xwîn kirim
Hewcedarî bijîşka kirim
Ji kesera wê ez dimirim
Birîna min gelek dijware
Tîr li min da wek tîrmare
Min li dil qêrîn û heware
Jibo girtina dîlber û yare
Seyda Mêrdînî
03/09/2024
Yorumlar
Yorum Gönder