KANÎ EM BIRAYÊ HEVBÛN
KANÎ EM BIRAYÊ
HEVBÛN
Zulm û zorê li me dikin
Me tune w parçe dikin
Bi darê zorê talan dikin
Me ji gund û wara dikin
Kanî em birayê hevbûn
Me bin çav û lêdan dikin
Heçê zîrek zîndan dikin
Kuştina me ew şa dibin
B'derûnasî me tunê dikin
Kanî em birayê hevbûn
B'kêf nebûn em tucaran
Ji dest dijmin û neyaran
Ne azad bûn li ser karan
Li dij hov li dijî gemaran
Kanî em birayê hevbûn.
S Mêrdînî 15.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder