ŞIYAR BIN ....
ŞIYAR BIN ....
Kurdistana qam dirêj
Rabe ser xwe û bibêj
Bake kurdê kerr û gêj
Şiyar bin ji xewa qirêj
Şiyarbe zû bike xebat
Şerm bik ji halê welat
Qîreqîra pir l'wir dihat
Ji êvar de heta nimêj
Kurdistana qam kinik
Xwedî ye xirxala li nik
Gazî wan Kurdê sivik
Ji birîna pir xwîn dirêj
Xwîn di canê me nema
Zer bûme wekî şima
Sewt û dengê me nema
Dijmin kuştim bi tîrêj
Kurdistan maye bi nêvî
Keç û xort were bi hêvî
Wek neçîrvana bi kovî
Xwîna dijmin jî tu birêj
Kurdno hişê xwe navêj
Ji xam û ciwana bibêj
Herin gel Seyda bi rêj
Doz li me ma ye dirêj
Seyda Mêrdînî
12/09/2016
Yorumlar
Yorum Gönder