BÊ KES ....
BÊ KES ....
Li mal mame bê sebir
Kesekî bi ya min nekir
Hemîyan bi ya xwe kir
Seyda bê hogir û hevale.
Mame bê heval û kese
Dil d'xewda xwe nahese
Dilo rabe ev xew bese
Seyda nexweşe bê hale.
Ez bê hal û nexweş im
Nikar im qet bimeş im
Wekî gula bê geş im
Seyda xizan û bê male.
Ez hejarim û feqîrim
Li bin destan hêsîrim
Bi tîr û pirsan birînim
Seyda bi dil bû kale.
Ez kalim û ciwanim
Wekî teyrê ser banim
Di nav derd kulanim
Seyda di dest gopale.
Ez xistim ser gopalan
Wek hevraz û li palan
Xwezî bi halê evdalan
Seyda bê ziman lale.
Ez lal mame bê ziman
Qet tune wext û zeman
Şev û rojan nav zulman
Seyda ji bê warî dinale.
Seyda Mêrdînî
02/02/2024
Yorumlar
Yorum Gönder