EW DERMAN Ê
EW DERMAN Ê....
Mirovên qenc û bedew
Jê çênabin vir û derew
Ew timî paqij û bi jînin
Hîşyarin ew ne di xew.
Başiya wan ber dewam
Bi kêyf û xweşiya tam
Li her dîwanê ew zilam
Bi hurmet û rêz û selam.
Li her derê ew nav dare
Him zanyar û aqil dare
Li nav gelda ew ser dare
Xwedan îman û oldare.
Ew derman ê birîndara
Xêr û xêratin bi hezara
Li nav gund û nav şara
Rehm dibar li wî bibara.
Seyda Mêrdînî
29/08/2024.
Yorumlar
Yorum Gönder