DIL BIREVOKE
DIL BIREVOKE
Nav bi denge
Zehf qeşenge
Dil bi şenge
Caw ji penge
Eşq û benge
Rûçik firinge
Çav beleke
Enî bi deqe
Por bi xeleke
Rû bi kenoke
Dil bi revoke
Gelkî rindike
Bejin dirêje
Nutqa dibêje
Agir davêje
Rondik dirêje
Hinav dipêje
Dûre ji mêje
Hat havîne
Germa tîne
Serma nîne
Nêrgiz şîne
Gul xemlîne
Bilbil dixwîne
Bêpar kirim
Ji bîr kirim
Hejar kirim
Ez pîr kirim
Dil tîr kirim
Xwere birim
Seyda Mêrdînî
20/04/2021
Yorumlar
Yorum Gönder