AWIRÊN ÇAVÊN TE
AWIRÊN ÇAVÊN TE
Awirên çavên te
Xwe berda ser dil
Çavên bi rondik
Dibarin li ser mil
Dilê min disotin
Lê rûnişt sed kul
Tîrêjê çavên te
Agir berda dil
Deng nema tê
Li werzê gilgil
Nav baxê gulan
Ne şalûl ne bilbil
Çavên reş belek
Evîn a teyî ji dil
Ez dinêrim li te
Bi wan çavên şil
Pirr dûrr avêtim
Nava gola bi zil
Lal û zar xistim
Hiştim bê havil
Te ez ji bî kirim
Ji bo te bûm kavil
Seyda Mêrdînî ....
28/01/ 2019__....
Yorumlar
Yorum Gönder