ŞEV Û ROYAN ....
ŞEV Û ROJAN ....
Gulê diçe ser birkê
Ji bo benik û tûzikê
Kiras dirêj li kabokê
Çav reşê çav belekê.
Gulê wek karxezale
Nêrgiz, sorgul û lale
Zirav bilind spîndare
Fîstan li bejin û bale.
Gulê pir te hezdikim
Bi bina te hêz dibim
Şev û roja bîr nakim
Ji bîna te têr nabim.
Gulê tim bi bîr tînim
Di xewna de dibînim
Çi bikim te bîr nakim
Gelekî ji te hezdikim.
Pirê şeva xew nakim
Ger bikim şîyar dibim
Ji rebê xwe dia dikim
Gula xwe ji bîr nakim
Seyda Mêrdînî
21/06/2020
Yorumlar
Yorum Gönder