Kayıtlar

Ağustos, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

BAXÇÊ GULAN

Resim
BAXÇÊ GULAN Bêhnek ji şahîya dilan, çûme nav baxçê gulan.  Ser gulên keskesorî, fîxan û zarîna bilbilan. Gotim; bilbil çi heware, pir giran li ser te bare. Dengê te tim diçe banî, gazî û qêrîn, zare zare. Got; wawîk û gur û rovî, ewan biyanî yên bi kûvî. Pez kovîya min kedî bû, kovîya mi xwarin b'hovî. Min dî kalek bi gopal bû, ewî kul û xem li bal bû. Kalê nûraniyê bi qûwet, li ser xwe û berberî bû. Gotim; kalo bi xemgînî, derd û kul û bi axînî. Wek mi tu jî derd giranî, dil û cergê mi dihelînî. Got; axîna min ji dile, xemgînî ya mi bo gule. Rengê keskesor û zere, ne azade min dil kule. Ger bipirsî ew reng çîye, Gewdê b'xwîn û zevîye. Li gerdûnê ew navdare, bi xwîna sor, hêşîn bûye. Bê wê gerdûn tûj û tahle, lê digerim ne li male. Min jîn nîne bê wê vale, ji derdê wê bûme kale. Gulek wilo nayê gotin, b'zîv û zêra naye firotin. Ewe sebra cerg û dilî, bi wê hinav têne sotin. Bejna tay rihan zirave, kemera ji zêrîn li nave. Bê wê gerdûn reş û tarî, geş e wekî roj û tave. Ji d
Penûsa min na rijîne helbestên eşq û evînên, dil bi kul û birîndar, dirêjim ji pênûsa xwe bi çavên, narîn û nazenîn, cihê navê te, tunebe dev lal dibe û lêv dilerîzin, her ku ez pênûsa xwe bigirim û binivîsim wusa li min çê dibe ez nizanim çima? gelo tu ji min re evînî an jî na?, ez li bendî bersiva te me evîna min ...!? Seyda mêrdînî 30//08//2021.

GOR TARÎ YE!

Resim
GOR TARÎ YE Gor tarî ye pir tenge Milyaket dike denge Minkîr nekîr tên gorê Li tu kesî nakin sebrê Pirsê wan amadeye Bertîl li wira tuneye Çavê wan wek agire Tune li wir qet xatire Yan bihuşt yan agire Her duyan yek li wire Defin xelas li goristanê Xelk çûne mame bi tenê Min fêhm kirî mala min Mar û dûpişk hat bamin Li ser sînga min dimeşin Gurçik û cergê min diêşin Ew roj, rojek pir germe Ew germa were ser me Laş çûye maye çerme Min ji xwe kire şerme Evê rêya çûna axretê Hinavê min agir ketê Poşmanbûm wê sehetê Min gazî Rebbê izzet tê Ne sîberk germ hevîne Zalim xwe tê de dibîne Kiryarê xwe di meyzîne Ji şaşîyê xwe bi xemgîne Bihuşt ji bo wana nîne Dojeh dibê ji mire bîne Lawaz bûme wek hestî Ardû nema ye ez mestî Cîhê min gelek dijwate  Zalim hemûçk bê çare Tev bi hewar û fîxane Xelasî li cem xwedane   S mêrdînî, 29.04.2020

XWE FIROŞ

Resim
XWE FIROŞ! L'hember zimanê kurdî, neyarê kurd bi xweye. Bê ziman û bê netew, ma qey welatek heye. Ewên kurdê xwe firoş, du heb laşên cudane. Yek bê hêvoj û nezan, ê din bo qûrîşû perane. Hinbûn xwedî mal genî, hin jî di hemberî pera. Dijmin bi wan dikenin, xwe firotin wek kera. Neyarê serbixwene, ew dijminê welatin. Bê dewlet û serwerî, kîjan netew serketin. Dibên em tev birane, ma cîhan hemî dîne. Neyarê netewa kurd, qet kurda nahebîne. Kurdên meyî têkoşer, ew kurdistan dihebîne. Yên dibên em birane, ka ew leşkerê kîne. S Mêrdînî 30.08.2021

KEÇÊN BOTÎ

Resim
KEÇÊN BOTÎ Keçên botî rindikin, wek indeko ya nav giya. Ji mêj bi nav û dengin, wek kulîlkên li çiya. Keçên botî xweşikin, bejin ji dûr diyare. Ebrû reş çav belekin, rû narîn wek hinare. Taca zêr li ser serin, li cîhanê bedewin. Şewq û şemal jî evin, Çira ronî ya şevin. Bi heybet û bi hêzin, wekî wan kesî nedîye. ew şêr û him jinxasin, li warê xwe bi xwedîye. S Mêrdînî 03,04,2021

EŞQ Û EVÎN!

Resim
EŞQ Û EVÎN  Eşq û evîn digel dîlber   Bax û baxçe sîng û ber  Bê sewt û deng û xeber  Dil birîn bi kêr û xencer  Dîlber tîr û rim avêt dilî  Di nava hinavê min helî Dil firîya bê bask û perî  Li ser sînga dîlber kelî  Dîlberê bedew û rinde Pêş ketî w ser bilinde Hawir bi sinc û bende Şevên reş çira û finde  Bi ebrû reş çav beleke  Perî û horî w meleke Por reş kezî bi xeleke Ez jê hez dikim geleke  Şeng û şîn û şepale  Şox û rohnî û şemale  Bejin dirêj wek dehle  Sosin û beybûn û lale  Lêv qend û hingivîne  Xema ji min direvîne Nêrgiz û gula bibîne  Dil û cergê'mi dihelîne  S.Mêrdînî, 27.03.2019

AX LÊ LÊ DÎNÊ

Resim
AX LÊ LÊ DÎNÊ. Ax lê lê dînê, dîna minê  Roj û çira w finda minê  Kebanî ber mala minbû  Ji bo çi çûye dîna minê   Dînê derket nava mala  Serser qote pişt hevala   Cilên xweyî nava malê  Guh ne de tu ap û xala   Dînê bilez çû ser banî  Tev guharû tev gerdanî  Ser hişkê bi lêvên kenî  Li serê seyda dike fenî   S Mêrdînî, 29.08.2021.

ROJ Û ŞEV!

Resim
ROJ Û ŞEV! Roj û şev û  hemû gava. Pêxemberê  rohnîya çava. Resûlek hewl  û hinava. Em bilind kin  deng û nava. Ji rojhilat  heta rojava. Rê kin hûn   rêz û silava. Sorgul û gulê  li ber ava. Xweştir ji  bêhna gulava. Seyda Mêrdînî  28/08/2021

EŞQ Û EVÎN!

Resim
EŞQ Û EVÎN! Eşq û evîn digel dîlber Bax û baxçe sing û ber  Bê sewt û deng û xeber  Dil birîn bi kêr û xencer Dîlber rim û tîr avêt dilî  Di nava hinavê min helî  Dil firîya bê bask û perî  Li ser sînga dîlber kelî Dîlber bedew û rinde  Pêş ketî w ser bilinde  Hawir bi sinc û bende  Şevên rêş çira û finde Bi ebrû reş çav beleke  Perî û horî w meleke  Por reş kezî bi xeleke  Ez jê hez dikim geleke Şeng û şîn û şepale   Şox û rohnî û şemale   Bejin dirêj wek dehle   Sosin û beybûn û lale   Lêv qend û hingivîne   Xema ji min direvîne  Nêrgiz û gula bibîne   Dil û cergê'mi dihelîne   S.Mêrdînî, 27.03.2019

ÇAR PARÇE YEK BIN

Resim
ÇAR PARÇE YEK BIN Çar parçe yek bin,      hev karê hev bin. Xwîşk û bira bin,       rohnî ya şev bin. Bi felsefe, ya  xanî,      zelal bin wekî kanî. Qazî muhamedbin,      ligel serok Berzanî. Wek Elî yê şêr bin.      ligel seyidriza bin. Şêx Ebdûsselam,      wekî şêx se'îd bin. Ger helbestvan bî,      wekî feqîyê teyran. Ligel ceger-xwîn,      şahîr bin heyran. Ger can gorî bî,      bibin peşmerge, Ji bona kurdistan,      li xebat û cenge. Ger nivîskar bî,      wê hibr û qelem Da eşkere bike,      nebe tune û elem Her gel û netew,      xwedanê dewlet. Ser erd û bin erd,      wê çê be serwet. Ger kurdîstan çêbe,      dewletek mezin. Ger nebiyek parçe,      wê bimînin hezin S M 21.08.2021

BERFÎN

Resim
BERFÎN .... Berfîn xwe da şaneşînê Dilê mi ji xwere direvînê  Pêjgîr desmal di destda Jibo min dike baweşînê Bejin zirav, ji tay rihane Por dirêj gulî biqeytane Gewrek spî wek nûranî Derdor jibo wê heyrane Find û çira bi çavê şîne  Awirên wê min diêşîne Dil û cergê mi dihelîne Min li dû xwe dimeşîne S.Mêrdînî, 31,07.2020

DIL PIRTÎ BÛ

Resim
DIL PIRTÎ BÛ! Delal ketim, tayek sare Dil pirtî bû, min heware Eşq û evîn, ji te dibare Çi evînek, dil hare hare Delal bilez, borî bi meşî Silav dida, hûrik di meşî Maç ji herdu, lêvan weşî Li hev badam, rîs û teşî Xumîn zimîn, li pê diket Car geş dibû, car vêdiket Dil û cegera'm bû du qet Ruh j'nav, laşê mi derket Bê destûr wê, dilê mi bir Gawirê tenê, hiştim li vir Min got, delala dil kevir Bê dengî, bide min awir Awir da min, gula baxan Bê war û bê, hewş û xan Dil bi sot bi, agirê dojehê Rojên bête bi, qîr û fîxan S,mêrdînî, 05.10.2020

KURDISTAN

Resim
KURDISTAN Kurdistan tu pir dizanî, derdê me gelek heye. Hevîya me her dem, ser bixwe bûna teye. Çima maye parçe parçe, ji mêj te deng neda ye. Kuştin û talan û sotin, şer û ceng para meye. Sedê salan maye bendî, tu di dest dijmin deye. Beg û axa û xwîn mij, qet ne xêr xwazê teye. Ev beg û axa hemûçk, yekin neyarê kalê teye. Geh bi kotek ew dixun, malê te gazinde ji teye  Ma çi bûye ku carekê, tu bi serbest, azadî bijî. Heyf û tola xwe bistînî, ji neyarê xwe xwîn mijî. Mêrdînî her tim dinale, wek şexmûs ê dil birîn. Ew şerpeze û belangaz, tim bi hezîn û xemgîn. S Mêrdînî 29.10.2019

NETIRSE

Resim
NETIRSE Netirse  ji  neyarê xwe, Rast be tu bi doza xwe, Êrîş  bike  tu wek şêran, Bi dirîn dev û lêvê wan, Lep bavêje pêxîla wî, Tilîya  têxe  çavên wî, Sîngê  bide  sînga wî, Tifî  ke  nava  rûyê wî, Mafê  te  ji  bo  te rûmet, Xelas  bike  ji dest wî, Bawer bike b'doza xwe, Lê bibe xwedî jibo xwe, Dûr nekeve ji gelê xwe, Ey ew kurdê xwe nasan, Li hem berî  zulm deran, Serî  hildin   wekî şêran. S M, 24.08.2021

DILGEŞ!

Resim
DILGEŞ! Bi evîna mem û zînê Bi mecala fêr û şînê Te ez birim pirtî kirim Ji jîr û hiş bêpar kirim Kulan bibe evîn bîne Êşan bibe derman bîne Van piyalan binoşîne Kar xezalan neêşîne Ez azad û meyperestim Ji evînê ez sermestim Li gel hevalên dilsozan Di dergeha dilgeş hozan Cîh war ewe bihuşt ewe L gerdûnê warêmin ewe Ewe cîh kesên bê hişan L'gel hemî dil serxweşan Spasî jibo meyxwaran Bi silûka şêxên mîran Bi bêhn gula nava rezan Bi felsefa dilgeş hozan S mêrdînî 04,10,2020
Welato! .... Di van çend salên borî de, me dikujin û koçber dikin, me heps û zîndan dikin, ango mal û milkên me, talan û wêran dikin, li hev du parve dikin, diêş im bi jan û nale nal im, û bi derd û kul û keser im, bi tenê me, stûxwarê bêbextiyê me, pişt şikestiyê bêkesî me, penaber û mişextî me, êşa cerg û dilê dayîkên dil şewitî me, lê ez soz didim te, Welato!  Ezê bimînim newestîyê, wan rondikên çavan, ta daristan û çîyayên te, çol û çolistanên te, deşt û zozanên te, çem û robarên te, himbêz bikim û ez ê li te veger im, û veger im Welato ...! S Mêrdînî 23.08.2021
Delala min dema te xatir, ji min xwestî, perda dilê min, qetîya hêz û zexm, bi minre nema, erd û ezman, li min hejîya, ji wê rojê vir de, dilê min maye, li ber kul û xema. Zalim bavê, dema te xatir, ji min xwestî, ji ber evîna te, mişextî bûm,  wê rojê dil firî ya, bi çol û çiya ket. Evîn li min, bû bizotek agir, xwe ber daye, ser dilê min Delala min ...! S M. 23.08.21
Dîlber, ez ji ber evîna te, dilê min, sermest bûye, tim li benda teye, hestên min, hemî pûç bûye, dinava bêdengî ya, hestan de, hêvîyên gul û, gulgulî vedirês e, bi elenda ber banga, sibêra xwe, xûya dikin û, bi te re mijûl, dibe dilber ...! S,M.23.08.21
KÎ DIKARE?? Ji derd û kula, laşê min bi birîn, birîn pirr kûr e, dinale dilê min, bûye bi jan û êş, laş ne saxe, ji kerb û qehra pirr dinal im, ji hêrsa dil, bi ar û bi sot im, dil perpitî ye, bê cîh û war im, dilo, cîh û warê, ger ku tune be,  dil ji berîya te naxwaze tu gul soran, gelo kî dikare? derd û kulê bi min re dijîn, kesax bike, gelo kî dikare? gulsoran ji darê weşîyayî, vegerîne şilf û gûlîyê wê, gelo kî dikare? vemirîne ew arê dil dax daye, û bihuşta dil wejîna şûn,  war û axa min ...! S,M 19.08.2020

DIKIM HEWAR

Resim
DIKIM HEWAR Li ser vê rêya dijwar, min herdemê heware. Ta ji bo wê rojekê, li welat bibe bihare. Ez herro dikim hewar, tu kes nake guhdare. Kurdê nezan û hejar, tucar ew nabin şîyare. Roja me nêzîk bûye tîrêjên wê xuya ye. Rojê tarî têk çûye, herder gul û giha ye. Gulê şîn û keskesor, roja zer di navda ye. Baxçe yên êşa eve, li cîhanê navda ye. Ez aşiqê wê bûme, rim û tîr li dilda ye. Zerî ya keskesorî, Çav û ebrû kilda ye. S Mêrdînî 08.08.21.

BÛM KUŞTÎYÊ TE

Resim
BÛM KUŞTÎYÊ TE Îro hate bîra min, zaroktî ya min Lîstika dinav gund, li ber derê min. Ez evînê te me, tême bîra te. Çavê min ziwa, bûm kuştiyê te. Hov û bê bextan, dûr kirim ji te. Nobedarê te bûm, li ber bejna te. Seyda Mêrdînî 22//08//2021

NIŞTÎMAN

Resim
NIŞTÎMAN! Niştîman wek bihuşte Çiya û newal û deşte Dijmina ji xwe re hişte Çi bikim çavê mi pêda Roja ku ez ji te dûrbûn Çavê mi têr xew nebûn Hêsirê çava qut nebûn Wek xunava hûr hûrda Ez baskê teyrê bazim Timî li dû te dibazim Şev û roj ez ne razim Di xewn û xeyala teda Rojek bê dilê mi şabe Derd û kulê mi xelasbe Şahî li emrê mi siwarbe Di bihuşta bejna teda S Mêrdînî 22.08.2021

EZ RAZA BÛM!

Resim
EZ RAZA BÛM? Îro nava rojê, ez raza bûm. Gelek xewn ê, ecêb dî bûm.  Bi kêf xweşî, hişyar bi bûm.   Xewnik baş bû, pê şa di bûm. Xewn ê wusa, ez ne dî bûm. Aşitî li her der, ez dîti bûm. Her derê welat, rizgar bûye. Kêf xweşî û, xweserî dî bûm. Zorî zor destî, qet nema bûn. Welatê min, rizgar bi bû. Zêç û zarok, bi hev re bûn. Şahî û seyran, li her der bû. Top û tiving, qet nema bûn. Ne sîxor û ne, leşker ma bû. Tirs û saw û, zulm nema bûn. Azadî, serbixwe, li her der bû. Hemû mirov, bi yek keser ê. Kesên gewr û, reş, sor û zer ê. Kurd bûne yek, dest dane hev. Jîyan xweş bû ye, li her der ê. Seyda Mêrdînî   21//08//2021,

EY WELAT!

Resim
EY WELATO! Ey  welato!  ey  welat  Waye dîsa  nûçe  hat Gel gelekî bi xemgîn Ar bi licê ketye welat  Şewitand hov û neyar Wîzar, feryad û hewar Kurdo rabin mil bi mil Rizgarkin ji dest neyar Efrîn û licê û mahabat  Gel maye li bendî felat  Egît,gernas didin xelat Hêvîya rizgarîya welat   Kurdîstan zehf dinale Li cîhanê tune hevale  Sîxor bûne wek kewê Welat ber wan bêhale S.Mêrdînî. 30.07.20
Mêrdîn li warê minî kevnar, sibehek bê deng ji xew rabûm min xewnek, xeyalek, axînek û sîberek ji dara mazî hiştim li derîyê meşkîna di nav hilm û bêhna bajêr de, xewna min di xew de ma xeyalê min li derîyê meşkîna ma axîna min li ber perê ezmana rûniştî ma sîberka mina ji dara mazî bi şilf û berên bajarê kevnar ve girêdayî ma, tev li bendî minin dê ku ez li wan sîberkan  vegerim û vegerim ...! S,Mêrdînî .16.12.2019

WELAT 1-2

Resim
WELAT 1, Welat soza min bitera, ez ji te qet dûr nabim. Heta li dinê ez saxbim,  her gav ezê bitera bim Welatê min bûka kurda,  li cîhanê te navda.  Cîh û wargeha şêra ye,  derê me pê hilda ye Serhed, botan û xelat,  cizîr û hewler, mahabat. Qamişlokê û mêrdînê,  Amed û zaxo û efrînê.   Pîroz û bimbarek be, bi xweser û azad be. S.Mêrdînî 17.08.2020 WELAT 2, Bi xayîna bawer nabin, xayîn tev wek rovîne. Em ji wan qet hez nakin, ew kolê li pey xelkê ne. Em li wan silav nakin, wan ne dîn û îmane. Em bi wan bawer nabin, ew xulamê xelkê ne. Kurmê derê ji darê ne, xayînê me ji malê ne. Kurmê derê ji darê be, wê çawa gelê rizgarbe. Reng û şiklê me dane, yar û dostê xelkê ne. Bi dev dost dil neyarin, dibêjin em tev birane. Bi jehrin wekî dûpişkin, wek pisîka li dû mişkin. Dijminên gelê xwe ne, keftar û gurên çolê ne. Wan ne namûsû rûmet, em ji wan bê hêvîne. S Mêrdînî 18.08.2021

SEYDA ÊDÎ BESE BÊJE

Resim
SEYDA ÊDÎ              BESE BÊJE. Seyda êdî bes e bêje Rondikê çavan nerêje Rom û ereb û ecem  Xayîn û sîxor ji mêje Rêya me kurda dûre Xem û kulê me kûre Xayîn liba dewleta kûr  L' me dane rim û şûre Em xayîna binasînin Lanet tê li wan bînin Wan ne dînû ne îman Gurê har dev bixwînin  Mil b'mila wana derxin Ji welatê xwe yê şêrîn Bona bav û bapîrê xwe Find û çira wan bitefîn S.Mêrdînî, 13.08.2020

NAZDARA MIN

Resim
NAZDARA MIN! Nazdara min wilo neke  Dilê min ji xwe sarneke Ez evîndarê bejna teme Dil û cergê mi b'ar neke Nazdar ez evînê teme Bi xeyalan li cem teme Ta li dinyayê ez heme  Tu ya minî ez ya teme Nazdarê ji we da têye Bejnek zirav l'ser wêye Bila lêdin min bi kujin  Dilê min nazdarê heye S Mêrdînî, 24.07.2020

EVÎNA TE!

Resim
EVÎNA TE ...! Çavê te rengê biharê Tu seva li serê darê Rû sore ji liba hinarê Tuyî xwîn şêrînî yarê Zimanê te xweş şêrîne Xweş ciwan û nazenîne Wek bihara warê mine Tu tev hev jîn û evîne Evîna te xewnik xweşe Ser dilê mi b'zêr neqşe Çavê reş û dîmen geşe Dil ji evîna te nexweşe Evîna te ji min dûre Birîn xedar birîn kûre Hêsirê çava dibar hûre Yar evîna te bê qûsure S Mêrdînî 19.08.2021

ROJAVA QET NAÇE JIBÎR

Resim
ROJAVA QET NAÇE JIBÎR Rojava qet naçe ji bîr  Kuştin ciwan, kal û pîr Tev zarokê li ber pêsîr Kurdê bi jîr nakin jibîr  Xayîn û hov cem neyare Dijî kurda bûn gurê hare L' gel neyar dike barbare Neyar li paş xayîn likare Hin malbat tev hate kuştin  Mal talan kir tişt ne hiştin  Bav û dayik û zarok kuştin Destê xwe bi xwînê şûştin Hezarê salan kurd bibirîn Birîn kûre tim jê diçe xwîn Kurdê hov bi kerb û bikîn Ya Rebbî em mane hezîn  Seyda Mêrdînî 07.06.2018

BIRÎNA MEYÎ HEZAR SALAN

Resim
BIRÎNA MEYÎ           HEZAR SALAN Birîna meyî hezar salan Peyda nabe jêra derman Derman jibo me yekîtîye Ew jî kesek nîne ziman J'xew rakin kesê loqman Em ê pirsa bikin ji wan  Ka halê me wê çawa be Hûn hekîmin jibo derdan Ey Hekîmê kul û derdan Me xelaskin jibin destan Zû civîna hûn li darxînin Ji kurda re bibin derman Wan b'hevra xeber didan  Ev jan û êşa hezar salan Heta nebe yekîtîya wan Xelas nabin j'van derdan S.Mêrdînî 09.08.2020

LIGEL WARÊ MIN MÊRDÎNÊ

Resim
LIGEL WARÊ MIN MÊDDÎNÊ Çima nehat ligel min Te ez helandim lê dînê Na pirsî li rewşa min Delal û rind û şêrînê. Wexta ku çav lerizîn Awir bi xwe mêrkujin Xwîna laşê mi dimêjin Ay kûr dikin vê birînê. Zehf hêjayî li ba min Tu bihayê emrê min Were hisreta dilê min Em xweş bikin evînê. Di awirande te hilînim Ji bo ez te têr bibînim Di çavande bi hebînim Em bi hev re bijîn dînê. Ger dilê te min bixwazî Li seyda meke nazî Bi dilxweşî û serfirazî Ligel warê min mêrdînê. S Mêrdînî 18.08.2020

BIBIN YEK

Resim
BIBIN YEK? Ew kurdê me yên nezan Bûne bende yên neyaran Xwe firotin tev bi erzanî Ax û xaka xwe,dan toran Ez dikim fîxan û hewar Dil şewitî û dil birîn dar Nezan çûnin rex neyar  Ez û em mane xembar  Nezan wek mirî razaye Ji mêj ve, ne a nihaye Him bê hiş û ser gêjin Ew ji dijmin ra belaye Herkes bû xwedî dewlet Em tenê man bê serwet Ez dil bi kul û kovan im Bibin yek, û bibin millet S.Mêrdînî, 09.06.2019

DÎLBERA MIN

Resim
DÎLBERA MIN.! Dîlber tu dildara minî Tu ew rêya dilê minî Carek binêre ez benî Li min hejar û rebenî Dîlber te ez kirim gêje Awirên te min dikuje Peyv û gotaran dibêje Dil û cegera mi disoje Dîlber tu gul û nêrgizî Nazenîna dilê min dizî Ew dijminên aqil rizî Ken ji herdu lêvan dizî Dîlbera min tu sorgulî Ew kakilka nava dilî Cîhan ji bo te xemilî Ji bo tene deşt û gelî S Mêrdînî 18.08.2021

SER ŞENGAL?

Resim
SER ŞENGAL? Du  hezar û deh û çaran Roja sisîyê meha heyştan Ser şengal bombe baran Bû gire gira tanq û topan L'şengal bû mij û dûman Bûye qerîna qîz û bûkan Tê nale nala kal û pîran Fîxan û hewara dayikan Şer çêkir hov û gemaran  Fermane li kurdperweran Jîyan nemaye li êzidîyan Penaber ew li her deran Kom kirine xortên ciwan Qet pirs nakin sûcê wan Navê Ellah dikin qurban Ji Xwedê ra bûne şervan Laşê wan li devê çeman  Av sor bûye ji xwîna wan Qêrîn diçe erd û ezman  Xweda qehrê bike li wan  Derdê şengal pir girane Derd û kulê me kurdane  Birîn pir kûr bê dermane  Sedem bê yekîtîya wane S.Mêrdînî, 25.09.2016

ROJ BI ROJ

Resim
ROJ BI ROJ. Roj bi roj dihelim yarê Tu qet pê  nizanî yarê Dil û cergê min dikelin  Ji derdê eşqa te yarê Êş li min giran bû yarê Ne bijîşk û nûjdar yarê Êşa minre tune derman Dermanê min tuyî yarê Heger bawer nakî yarê  Bi dil û dev bêjim yarê  Bawerke ji te hez dikim  Li çavê min binêr yarê Dildar dişewitin yarê  Ji wan ne çêtirim yarê Bi xwelîya vê laşê min Gora mi pê çêkin yarê  S.Mêrdînî, 05.08.2020

GAZINDE

Resim
GAZINDE?!!! Dilxweşî û şahî nedan min Jînek bê ken bû para min Çar  parçe  bûn  warê min Ya Rebb navêm ev jîne Temen derbas bû pêncî sal Jînek nexweş her dem tehl Ez  li  biyanî  yê  bûme kal Ya Rebb navêm ev jîne Ez mirovim kanê warê min Ne azad zar û zimanê min Dijmina qedexe kirîya li min Ya Rebb navêm ev jîne Wek xelkê min jî divêt jîyanê Azadî ji bo war û kurdistanê Ji bo bi rûmet bim li cîhanê Ya Rebb navêm ev jîne S Mêrdînî 17.08.2021

AGIR BERDAN

Resim
AGIR BER DAN. Agir berdan gundê min  Zar û zêç ber çavê min Birîn xwîn tê nase kin  Wê çawa be halê min Ar hawirdor gund danî Ez bang kirim wî siltanî Şûr kişandim diwî xanî Xwîn herikî ye wek kanî Min bang kir kalê mezin Emir bi ser me de lezin Neyar û hov hemû dizin Rûmetê ji me dixwazin Dayik ser hevdu di girîn Sed xwezî ji mera mirin Esl û fesil em naguherin Gund ji neyar ra nahêlin S.Mêrdînî 15.08.2020

KÊZXATÛN

Resim
KÊZXATÛN. Kêzxatûna ber çema Şimamoka di lema Min hay ji xwe nema Te xistim kul û xema Delala mak û kozê Çav belek enî bozê Berê min daye dozê Bêjim çi dibê hema Te çi xwestî min anî Firmêskê çavan kanî Tev li ber te min danî Dixwazî reqs û sema Xalxalka rind û şêrîn Mirov re têne mizgîn Ji bo êş û jan û birîn Tu derman nakî çima Cîhan gelekî mezine Binêr derya bê bine Nebi qas evîna mine Te ez kuştim bi rima Kêzika hecê hêjaye Perî û horîya erşaye Li ser serê min daye Derd û kulê mi nema S Mêrdînî 16.08.2021

ZERIYÊ GUNDA

Resim
ZERIYÊ       GUNDA Zeriyê gunda, çûne qirşan Şalwar li bejnê, li gor piştîyan Şal û berpiştik, li pişt girêdan Çi rind û şêrîn, zeriyê gundan Qirşik girêdan, dan ser piştan Hevre meşîyan, li rêgeh û rêkan Bedew û xweşik, tev wek horîyan Havîn demsala, zore li gundîyan Qirşik anîn ne. li ser bêderan Ciwana xwestin, bikin alîyê wan Li gel wan zeriya, gewr û esmeran Wê xweş bikin, şûn loda qirşan S.M 14.08.2020

MIROVÊN BAŞ!

Resim
MIROVÊN BAŞ! Mirovên baş û bedew  Jê çênabe vir û derew Ew tim paqij û bi jînin  Hîşyarin ew ne dixew Başîya wan berdewam Bi kêf û bi xweşî û tam Li her civatê, tim zilam Bi hurmet û bi selam Her demê ew navdarin Him aqildar û zanyarin Di nava gel da serdarin  Xwedan îman û oldarin Dermanin ji birîndara Xêr û xebat bi hezara Li nav gund û nav şara Rehm dibar lê bi bara  S Mêrdînî, 24.07.2020

EM BÊ XWEDÎ NE

Resim
EM BÊ        XWEDÎ NE Em bê xwedî ne Me zorî pir dîn e Ji dost û yaran  Me kes ne dîn e Me kirin wêran Li cîhê mêran L' çiyayê şengal Bi kujerên giran  Cehş û hov mar in Wek gurê har in Ew dev bi xwîn in Him zulûm karin Him wekî wehş in Ew kerê bidehşin Tim dikin zir zir  Zexel û nehsin   Ew pir rû reş in Wek kerê beş in Gewrik û reş in Çav li kelbeş in Heger maf nebe Wê talan   çêbe Ger dewlet nebe Wê  wêran  bibe Seyda Mêrdînî 08//08//2021

ZERÎ GULEK!

Resim
ZERÎ GULEK. Zerî gulek hêja ye Por sor gulî hûna ye Fîstan sor li bejna ye Kevanî ya mala ye Caran qend û şekire Serî hişke dil ji kevire Hincar wek das, bivire Cerg û dilê min dibire Zerî ez evîn darim Bi êş û jan û hejarim Ger ne bêjim nikarim Ez ne dîn û ne harim Zerî birçî yê teme Bend û kuştiyê teme Ez goriyê bejna teme Find û rohnîya teme Zêrî dil bû tijî xwîn Bendeyê te me evîn Awirên dijwar kuştim Dil û hinav kirin birîn Zerî laş kir birîndar Birîn kûr e pir xedar Bes limin bike zilmê Te ez kirim binê bar S mêrdînî 27.10.2020
DI DEMSALA BIHARÊ Her ku demsala biharê de dar û kulîlkên cur bi cur têne, gul û beybûn, rihan û nêrgiz bêhna xweş dide xwezaya pîroz û xwe dixemlînin. Payîzê kirasên xwe li bejna demsala biharê dikir bi qehr û bi kîn, pel bi pel diweşand, lê bihar bi xemgînî û bi neçarî temaşe dikir, qet xwe ne lerizand. Di elenda (şeveqa) sibehê rojek xweş û geş li ezmana keskesorek reng bi reng tijî bû mizgîniya vejînek nû dida, lê belê ewrek tarî rik rikê li ezmana me xwe xûya kir şev hat ji derd û kul an ji jan û êşan her bûye para me, bi ronahîya heyvê me xwe hîn dikir, lê ez nizan im çima î şev heyvê jî xwe veşart û çirûskên stêrkan xwe tev tefandin li me bû şevek tarî.! Seyda Mêrdînî 15.08.2020

DEMA KETIM!

Resim
DEMA KETIM.! Dema ketim şaneşînê, şewq û şemal li mida. Kes nebû li pozberê, delala min deng veda. Ez zeriya delalim, min nav dayî bi nazî. Ev çend sale ji bo te, tê kengê min bixwazî. Ez kulîlka biharim, ew bilbila deng xweşim. Li ser dara hinarim, kar xezala çav reşim. Tu sîyabend, ez xecê, ji bo te ez heliyam. Ezim sîpanê xelat, dil û hinav keliyam. Berbû tev amadene, him tilûr û heçê çûk.  Tev gerîla û peşmerge, min bixemlîn bikin bûk. Ez wekî bûka cîhanê, ketim çax û bengê xwe. Li nav baxê gulistan, keskesora bi rengê xwe. S Mêrdînî 04.08.2021

BANG DIKIM.!

Resim
BANG DIKIM.  Bang dikim xuşk û bira, mane şerme em razên. Me meydan daye dijmin, em li kolana dibezên. Çar alîyê me û gerdûn, bi kîn û bexîl bi tinaze. Ger em dozê nexwazin, kîyê doza me bixwaze. Gazî kin keç û xortan, şêr û jinxasên kurdan. Bilbil û şalûlên gelî, jîr û zanyar û merdan. Rastî maf û dermane, ji bona kul û derdan. Derdê me pir girane, ji destê van nemerdan. Banga min ji zanyara, ka ji me ra hûn bêjin. Wan dilê ku birîndar, da ku wusa nepêjin. Kurdîstan ji ferzane, wekî rojî û nimêjin Zulûmkar û sitemkar, tev de xwînê dirêjin Hozanê kurda bakin, bi qîr û hewar û gazî Şex se'îd û seyd riza, berzanî û tev qazî Şêr û pilingê kurdan, egît û cengebazî Daxwazî ya me ewe, tev de bigîhên mirazî S mêrdînî, 05.08.2020

NÛJDARA DILÊ MIN TUYÎ

Resim
NÛJDARA            DILÊ MIN TUYÎ! Gula nav baxê min tuyî Gul û nêrgiza min tuyî Dermanê êşa min tuyî Germaya dilê min tuyî Geşt û şahîya min tuyî Çira û mûma min tuyî Rondikê çavê min tuyî Eşqa ber dilê min tuyî Naz û narîna min tuyî Lêv ji qenda min tuyî Gul jê dibara min tuyî Sebra ber dilêmin tuyî Lal û sorgula min tuyî Sosin berfîna min tuyî Bêhn û hilma min tuyî Pertav a dilê min tuyî Fikr û ramanê min tuyî Dar û sîberka min tuyî Şev û rohnîya min tuyî Beybûna dilê min tuyî Delal û rinda min tuyî Dil û cegera min tuyî Şêrîn şekira min tuyî Nûjdara dilê min tuyî S mêrdînî, 21.09.2020

XWEŞE!

Resim
XWEŞE.! Gerdûn xweşe azadî pê re bê Dostanî xweşe evîn pê re bê Tenduristî xweşe jîn pê re bê Dembihêrk xweşe mey pê re bê Seyrangeh xweşe şahî pê re bê Bênder xweşe dêran pê re bê Dêran xweşe badar pê re bê Camêrî xweşe dirav pê re bê Rêwîtî xweşe hevaltî pê re bê Nûjdarî xweşe gopal pê re bê Zanistî xweşe kedkar pê re bê We'az xweşe guhdêr pê re bê Guhdêrî xweşe xembarî pê re bê Mêranî xweşe pirranî pê re bê Avayî xweşe çav kanî pê re bê Malmirov xweşe kevanî pê re bê Daxwazî xweşe raman pê re bê Nimêj xweşe dadmendî pê re bê Remedan xweşe perestî pê re bê Bawerî pir xweşe biratî pê re bê Bi roj xweşe şeva wê pê re bê Bê serf xweşe lezandin pê re bê Gund û şar xweşe cîrantî pê re bê Welat xweşe gulistan wê pê re bê Seyda mêrdînî 23.11.2020

XWEŞ MÊVANÎ!

Resim
XWEŞ MÊVANÎ! Lo lo keko, xuşk û bira Ka em herin rex hogira Tev keç û xort û siwara Find û çira li gel xwera Dil bizot ji pêt û agira Dinav devê sê lib gura Pişt şikestîye di nêvîra Ji destê xayîn û sîxora Van sîxor û tev neyara Yê her dost û dest bira Gundî tev berhev kirin Agir berdane her dera Silav dan bi kenkî şekir Nava gel xwe dûr nekir Dema şorên  dawîn kir Agir û qêrîn tev hev kir Kanî dostanî û ka xatir Ziman xweşo! dil kevir Tu xweş mêvanî bixatir We dil û hinav bizot kir S,mêrdînî 07,10,2020

EY NEZANO!

Resim
EY NEZANO! Ey nezano! ma tu korî Tu ji rastîyê gelekî dûrî Ma tu gulîstanê nabînî Hov dikin lê zilm û zorî Welat kirin tar û mare Dev bi xwînê gurê hare Derd û kulê me girane Dest hovê qirêj gemare  Heçê hovên vê dinyayê Xwedê bide wan belayê J'gerdûnê deng dernayê Hewara me kesek nayê S mêrdînî. 08.08.2020

CÎHAN HEMÛ ME DINASIN

Resim
CÎHAN HEMÛ                ME DINASIN Welatê min bê sînore Tev talan û dagirkere Bax û baxçek bêsince Dijmin dinav de diçêre Li gerdûnê em bêxatirin Rovî û sîxorrê me pirin Em wekî pezê bê şivan Lîstikê nav pençê gurin Kurd wek çûkê bêhelînin Em qet hevdu nastirînin Lewma em wek sêwîyan Hawir dorê me kemînin Jiber ku em bê dewletin Em netewek bi rûmetin Cîhan hemû me dinasin Em ji hev re bê qîmetin Em ji xelkêre dost û yarin Hevdu re wek gurê harin Li welat xelk, li geşt yarin Em mişextin li erda sarin S mêrdînî. 01.12.2020

GAZÎ DIKIM

Resim
GAZÎ DIKIM! Gazî dikim heçê serok Amed, mahabat, dihok Civîna hûn li dar xînin Yekîtî yek çekin bi kok Welatê me tev serwete Pêwîste bik ne dewlete Yekîtî dibêm her wexte Hember neyara helbete Neyar dijî me gurê hare Gerdûn kirin tar û mare Ger kurd hebe hev kare Dinya û alem me nikare S mêrdînî, 31.10.2020

LÊ LÊ GULÊ

Resim
LÊ LÊ GULÊ. Lê lê  gulê  gul  nazê Şêrîn ê  gerden gazê Hezkirina te di dil da Şev nahêlin  ez razê Gula min ji nava gula Amed ji paytextê dila Eşq û vîna te ez sotim  Ji bo te çi di be  bila Gul naza min ji efrînê  Dil û cergê'm di helînê  Deşt û zozan xemilîn Ji hêsirên çavê evînê Gul delalê ji mêrdînê Esmerê xwîn  şêrînê Ji dil ez jê hez dikim  Xemên dila direvînê Gula min ji Qamişlokê Şewq ronahî ya ro kê Hezkirina te wê jîn be  Di nava pelên dirokê Gula hewler, mahabat Mebesta şêx seîd hat Dema gulê em bîn kin Ji qadî û barzanî xelat  S.Mêrdînî, 02.07.18

KURDÎ NIZANE

Resim
KURDÎ NIZANE Yê xwendevane Bi kurdî nizan e  Mixabin sed car Serekê kurdane Em bigrin civatê  Em bikin xebatê  Jibo zimanê xwe Em neçine  xeletê Ziman   millete  Jibo me axrete  Him dê  û bave Nekin qet qete Kurdê baş hene Canê xwe dan e Ji bona gulistan Qet şaş ne bûne Delala min  sêwî Dixwin  malên wî Rom,erebû,ecem Bûne xwedîyê wî  Dijmin em kotin Kurm em firotin Li ser pişta wan Neyar l'me sotin Zimanê mi ware Bo me her dere Netew kurdî ye Ne bi zêr û pere Kurd û kurdîstan Seyda bi qûrban Bê xwedî ma ye Eman sed eman  Seyda mêrdînî 05//05//2021,

YARÊ ZEND HILDE

Resim
YERÊ ZEND HILDE Yarê zend hilke Tu alî min bike Melkemot hatî Zor li min dike Ruh hatye qirikê Vê gav û kêlikê Li cem min neçe Xatirê xwedê kê Min re av bîne Ser mi bixwîne Firîşte dûr bike Min  di  tirsîne Minne destnimêj Ne kirim nimêj Bomin lava bike Sekerat'am dirêj Heval no rûnin Ma hûn nabînin Firîştên mewtê Ruhê'm distînin Firîşte l'rex min Li ser sînga min Xûr xûr xistî ye Di bedena min Nayê bêhna min Ronî ya çavê min Sekinî ye ziman Firî ji destê min Milk û malê min Fê de nade min Ne dost û ne yar Ne  jî  zar ê  min Seyda mêrdînî 03//05//2021,

WELAT HIŞTIN

Resim
WELAT HIŞTIN Ew bi reva li ser trektor Ew mal û milk û motor Hemû l'şûna xwe hiştin Berê xwe tev dane sînor Gihaştin hev bi sê hêla Tev li ba didin simêla Welat hiştin ji xelkê ra Çûn li ber çem û pêla Tev êriş kirin xêratan Li wan erd û welatan Serê hev dû diêşînin Jibo çend lib patatan Sond dixwun bi telaqê Ji bona hinek erzaqê Li hev dikin lê dayê Kurdên başûr li îraqê Derik û koban û efrînê Hûn man dinava xwînê Lê ez çi bikim mixabin Way hûn xayîna dibînê S Mêrdînî, 17,11,2018

REWANÊ!

Resim
REWANÊ! Rewan bi nav û dengî Çiqa bedew û çelengî Bi rewş û him bi rengî Ez jibo te bûme bengî Zozanên te pir hênikin Gul û beybûn û kulîlkin Çiya,û,zinarê te bilindin Berf,baran tim lê dikin Bihar wa hatî ye xuya Çi bi kenin deşt û çiya Şîn bûne, mêrg û giya Dema seyran û şahiya Kanî yên te, av zelalin Vedixun jê kar xezalin Hawir bi nêrgiz û lalin Stran bi dengê bilbilin S mêrdînî 18.11.2020