EŞQ Û EVÎN!



EŞQ Û EVÎN


 Eşq û evîn digel dîlber 

 Bax û baxçe sîng û ber 

Bê sewt û deng û xeber 

Dil birîn bi kêr û xencer 


Dîlber tîr û rim avêt dilî 

Di nava hinavê min helî

Dil firîya bê bask û perî 

Li ser sînga dîlber kelî 


Dîlberê bedew û rinde

Pêş ketî w ser bilinde

Hawir bi sinc û bende

Şevên reş çira û finde 


Bi ebrû reş çav beleke 

Perî û horî w meleke

Por reş kezî bi xeleke

Ez jê hez dikim geleke 


Şeng û şîn û şepale 

Şox û rohnî û şemale 

Bejin dirêj wek dehle 

Sosin û beybûn û lale 


Lêv qend û hingivîne 

Xema ji min direvîne

Nêrgiz û gula bibîne 

Dil û cergê'mi dihelîne 


S.Mêrdînî, 27.03.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL