SER ŞENGAL?



SER ŞENGAL?


Du  hezar û deh û çaran

Roja sisîyê meha heyştan

Ser şengal bombe baran

Bû gire gira tanq û topan


L'şengal bû mij û dûman

Bûye qerîna qîz û bûkan

Tê nale nala kal û pîran

Fîxan û hewara dayikan


Şer çêkir hov û gemaran 

Fermane li kurdperweran

Jîyan nemaye li êzidîyan

Penaber ew li her deran


Kom kirine xortên ciwan

Qet pirs nakin sûcê wan

Navê Ellah dikin qurban

Ji Xwedê ra bûne şervan


Laşê wan li devê çeman 

Av sor bûye ji xwîna wan

Qêrîn diçe erd û ezman 

Xweda qehrê bike li wan 


Derdê şengal pir girane

Derd û kulê me kurdane 

Birîn pir kûr bê dermane 

Sedem bê yekîtîya wane


S.Mêrdînî, 25.09.2016

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL